Dayika Girtî: Zarokên me yên em qêmîşî wan dikin ramûsînin rastî îşkenceyê tên 2019-07-15 15:59:50   STENBOL - Malbata Muslum Gonul ê li Girtigeha tîpa L - 2 a Sîlîvrî girtî ye, diyar kir ku kurê wan rastî lêdana gardiyanan hatin û gotin: "Zarokên me yên em qêmîşî wan nakin ramûsînin, rastî îşkenceyê tên."    Malbata Muslum Gonul ê li Girtigeha tîpa L - 2 a Sîlîvrî girtî ye, ji ber kurê wan Muslum Gonul rastî lêdan  û îşkenceya gardiyanan hat, serî li şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê dan û alîkariya hiqûqî xwestin. Malbata Muslum Gonul piştî serî li Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê dan, li avahiya ÎHD'ê civîna çapemeniyê li dar xistin. Gelek rêxistinên civakî jî piştgirî dan malbatê. Elîf Gonul, diyar kir ku hevjînê wê Muslum Gonul li hucreyê tê girtin û wiha got: "Hevjînê min yê li hucreyê tê girtin zend û milê wî reş û şûn bûne. Stuyê wî werimiye, zimanê wî hatiye jêkirin û piyê wî birîn bûne. Keça min a 4 salî heye. Ji bo ez hevjînê xwe yê rastî lêdanê hatiye bibînim li gel keçika xwe ya 4 salî çûm girtîgehê. Keça min got 'Çima zendê bavê min şîn bûne? Min derew li keça xwe kir û got 'Bavê te ket xwar'"    Dayika Gonul Badegul Gonul jî anî ziman ku kurê wê rastî îşkenceyê hatiye, lê dîsa bijîşk rapora lêdanê nedaye û wiha got: "Me ji bijîşk re got ku kurê me rastî lêdan û îşkenceyê hatiye. Em qêmîş nakin ku zarokên xwe maç bikin, lê zarokên me rastî îşkenceyê tên."