2 zarokên di teqîna li Dersîmê de birîndar bûn jiyana xwe ji dest dan 2019-07-15 14:46:51   DERSÎM - Li Navçeya Pilûr a Dersimê teqînekê rû da. Di teqinê de 2 zarokên bi giranî birîndar bûn jiyana xwe ji dest dan.    Li Gundê Bîlgeçê yê Pilûra Dersîmê teqînekê rû da. Di teqînê de zarokê 8 salî Ayaz Guloglu û xwişka wî Nûpelda Guloglu ya 4 salî bi giranî birîndar bûn. Ayaz li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da û Nûpelda Guloglu jî piştî birîndar bû bi helîkopterê rakirin Nexweşxaneya Zanîngeha Firatê ya Xarpêtê. Nûpelda jî piştî rakirin nexweşxaneyê li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. Walîtiyê têkildarî bûyerê daxuyanî da û diyar kir ku teqemeniya bi destan hatiye çêkirin teqîya ye. Malbata Guloglu jî anîn ziman ku 10 metre dûrî çadira wan mayîna di erdê de teqîya ye û zarokên wan jiyana xwe ji dest dane.    Mamê zarokan Zeynel Guloglu diyar kir ku 10 metre dûrî konê wan mayîn teqîya û di encama teqîna mayînê de biraziyên wî jiyana xwe ji dest dane.