Li Êlihê heya 15 rojan çalakî hatin qedexekirin 2019-07-15 13:01:50   ÊLIH - Walîtiya Êlihê, hemû çalakiyên ji derveyî çalakiyên saziyên fermî ji bo 15 rojan qedexe kirin.   Walîtiya Êlihê, di navbera 15 û 29’ê Tîrmehê de, ji derveyî çalakiyên sazî û dezgehên fermî, hemû çalakiyên din qedexe kirin. Walîtiyê diyar kir ku ji bo çalakiyên bên lidarxistin jî divê destûr bê girtin.