Meclîsa Ciwanan a HDP’ê ya Mîlas avakirina xwe îlan kir 2019-07-15 12:51:33 MÛGLA - Meclîsa Ciwanan a HDP’ê ya Mîlas a avakirina xwe îlan kir, got: “Em soz didin ku emê  li dijî polîtîkayên jenosîda çandî, hilmendiya  serdest û talankirina ekolojiye derkevin.”  Meclîsa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya navçeya Mîlas a Mûgla avakirina xwe îlan kir. Li avahiya partiyê civîna çapemeniyê hat lidarxistin û Misra Acar li ser navê ciwanan daxuyanî da. Acar, diyar kir ku li dijî gelê Kurd jenosîda çandî, polîtîjayên pişavtin û teslîm girtinê dewam dikin û wiha got: “Li cihên ku ciwanên Kurd pir zêde lê dijîn, tiryak, dejenerebûn û polîtîkayên şerê taybet zêde dibin.”    Acar, bal kişand ser rola ciwanan û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Rol û mîsyona dîrokê ya ciwanan baş tê zanîn. Di welatên tên qezenckirin de, ciwan xwedî rolê guhertin û veguhertinê ne. Ji bo me ciwan temînata avakirin û tunekirinê ne. Divê ciwan hêviyan vale dernexin û rolê pêşengtiya civakê bigirin ser milên xwe. Em soz didin ku emê  li dijî polîtîkayên jenosîda çandî, hilmendiya  serdest û talankirina ekolojiye derkevin. Ji bo vê yekê em Meclîsa Ciwanan a HDP’ê ya Mîlasê îlan dikin.”