Cezayê hucreyê li Kotan ê di greva birçîbûnê de ket 43 kîloyan birîn 2019-07-15 10:00:49   AMED – Rayedarên girtîgehê 13 roj cezayê hucreyê li Erdal Kotan ê li Girtigeha Ewlehiya Bilind a Hêjmar 1 a Xarpêtê ketibû greva birçîbunê û daketibû 43 kiloyan birîn.    Erdal Kotan li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Xarpêtê li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ketibû greva birçîbûnê. Kotan ku ket grevê û daketibû 43 kîloyan, bi sedema ketiye greva birçîbûnê rastî ceza hat. Rêveberiya  Girtîgehê bi sedema ku Kotan ketiye greva birçîbûnê 13 roj cezayê hucreyê lê birî. Rojnameger Îdrîs Yilmaz ku li gel Erdal Kotan girtî ye bi rêya nameyê agahî dan. Yilmaz, danî ziman ku Kotan rastî ceza hatiye û zextên li ser girtiyan zêde ne. Yilmaz, da zanin ku gelek neheqî û bê hiqûqî li girtîgehê hene û gelek girtiyên nexweş dernaxin nexweşxaneyê. Yilmaz, anî ziman ku rayedarên revîrê tenê hatine hucreyê û mînaka xwînê ji wan girtine û tenê hebê vîtamînên B12 û D dane wan û çûne. Yilmaz, da zanîn ku gelek girtiyên nexweş rewşa tenduristiya wan xerab e û wiha got: "Erdal Kotan piştî çalakiyê daketibû 43 kîloyan. Di zend û kevdikên piyê wî de werimandin heye. Vî hevalê me beriya çalakiyê faks ji Kongreya HDP'ê ya Dersimê re şandibû. Ji ber vê yekê rastî cezayê hucreyê hat. Cezayê hucreyê ku lê hatiye birîn wê di 17'ê tîrmehê de bi dawî bibe. Rewşa tenduristiya vî hevalê me pir giran e. "    Yilmaz, da zanîn ku nameyên ji wî re tên şandin bi awayekî keyfî desteser dikin. Yilmaz, destnîşan kir ku gelek pirsgirêk hene û bi fikara nameya wî desteser bikin nenivîsîne."