Di pevçûna li Colemêrgê rû da 3 leşker mirin 2019-07-14 19:54:34   COLEMÊRG - Li Colemêrgê, pevçûn rûda 3 leşker mirin û leşkerek jî birîndar bû.    Di pevçûna li çoltera navenda Colemêrgê rû da de serpelekê, berbazekê û çawîşek pispor bi giştî 3 leşkeran jiyana xwe ji dest dan û berbazek jî birîndar bû. Leşkerê birîndar bi helîkopterê rakirin nexweşxanê.    Hat îdîa kirin ku di pevçûnê de, 3 HPG'iyan jî jiyana xwe  ji dest dane.    Hat ragihandin ku piştî pevçûnê li herêmê operasyonê dest pê kiriye û operasyon bi piştgiriya helîkopteran berdewam dike.