Ciwanê ket Çemê Dîcle winda bû 2019-07-14 19:09:52     AMED - Ciwanê bi navê Yûnûs Agirbaş ê ji bo hînik bibe ket Çemê Dîcle, ber pêlên avê ket û winda bû. Xebatên ji dîtina Agirbaş dest pê kir.   Li nêzî Bexçeyên Hevsel a navçeya Sûr a Amedê, 3 kesên hevalên hev ji bo hînik bibin ketin Çemê Dîcle. Yek ji 3 hevalan Yûnûs Agirbaş ê 20 salî ber pêlên avê ket û winda bû. Welatiyên derdorê yên dîtin ku Agirbaş ê 20 salî yê di avê de winda bû, agahî dan ekîbên tenduristî, AFAD, agirkûj û polîsan. Ekîbên sewqî cihê bûyerê hatin kirin, dest bi xebata lêgerîn û xelaskirinê kirin. Derbarê bûyerê de lêpirsîn hat dest pêkirin û xebatên lêgerînê jî berdewam dikin.