Polîsan îfadeyên bi nakok dan: Bersûc nas dike, şahid nas nake 2017-11-22 15:36:45   ENQERE - Di rûniştina 6'emîn a 10'ê Cotmehê de polîsên şahid hatin guhdarkirin. Bersûc Suphî Alpfîdan polîsê şahid Beyazit Bestamî Duman teşhîr kir û xwest der barê wî de lêpirsîn bê destpekirin.   Saziyên ked û demokrasiyê di 10'ê Cotmehê de li Enqereyê "Mîtînga Aştiyê" organîze kiribûn, DAIŞ'ê li ber Gara Trenê ya Enqereyê êrîş pêk anîbû û bi ji 100 zêdetir mirovan jiyana xwe ji dest da. 6'emîn rûniştina dozê li 4'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê hat dîtin. Di rûniştinê de ji malbat, rêxstin û partiyên siyasî gelek kes beşdar bûn.   Di rûniştinê de parêzerên bersûcan û gelek parêzerên kesên mexdûr amade bûn. Ji bo ewlehiyê gelek leşker û polîs hatin peywirdarkirin. Hin polîs bi çekên xwe ketin salona dadgehê û ev rastî bertekan hat.    ‘EZ BI ÎSTIXBARATÊ RE XEBITÎM’   Polîsên bi navê Tahîr Sariişik û Beyazit Bestamî Duman ên ku bersûc Suphî Alpfîdan gotibû ku "Wan der barê DAIŞ'ê de agahî dida wan" anîn rûniştinê. Sariişik ên agahî jê hatin girtin ev bersiv da: "Ez berê qet bi têkoşîna terorê re nexebitîm, ez bi şaxa îstixbaratê re xebitîm." Sariişik da zanîn ku ew Suphî Alpfîfan nas nake û wiha axivî: "Min ew qet nedîtiye banga ji bo anîna min a dadgehê jî haya min jê tune."   POLÎSAN NAVÊN CUDA LI XWE KIRINE   Alpfîdan jî aşkera kir ku ew Sariişik cara ewil e dibîne. Sariişik pirsên parêzerê Alpfîdan Denîz Akin bersivand û diyar kir ku ew polîsê hat kuştin Huseyîn Gumuş nas dike. Sariişk piştrast kir ku ew li şaxa polîsan navê "Ertugrul" dixebitîne.   HUSEYÎN GUMUŞ DI MALÊ DE HATIYE KUŞTIN   Sariişik pirsên parêzeran bersivand, da zanîn ku ew li dozên DAIŞ'iyan nanhêre, bersûcên li salonê nas nake û wiha pê de çû: "Ez polîsê bi navê Beyazit Bestamî Duman nas nakim. Min bihîst ku Huseyîn Gumuş li malê hatiye kuştin." Li ser pirsa "Wê demê çima di çapemeniyê de wekî li kuçeyê hat kuştin derbasbû" Sariişik bersiv neda.   Polîsê bi navê Huseyîn Gumuş ê Alpfîdan digot ku agahî dida, bi awayekî fikar hatibû kuştin.   ALPFÎDAN POLÎS DEREW DERXIST   Piştre îfadeya Alîkarê Midurê Şaxa Têkoşîna Li dijî Terorê ya Enqereyê Beyazit Bestamî Duman hat girtin. Şahid Duman jî da zanîn ku ew bersûc Alpfîdan nas nake. Lê Alpfîdan destnîşan kir ku ew Duman nas dike û wî der barê Halîl Îbrahîm Durgun de agahî daye wî. Duman bi lêv kir ku we 15 sal e li Dîlokê dixebite û gelê Dîlokê wî nas dike.   ‘MIN AGAHÎ DA VÎ POLÎSÎ’   Bersûc Suphî Alpfîdan di îfadeya xwe de got ku: "Ez di nav şanoyeke çawa de me ez nizanim. Ez vî polîsî nas dikim û min çû agahî dayê. Bila kamerayên li emyetê bên lêkolînkirin, dê derkeve holê. Gelek kesên li qereqolê min nas dkin, şahid jî min baş nas dike. Cihê karê min jî dizane, lê çima ji nenasiyê tê, ez nizanim. Dixwaze kî biparêze ez nizanim."   ‘MIN JI GOOGLEYÊ BIHÎST KU BANGÎ DADGEHÊ KIRINE’   Duman anî ziman ku wî navê xwe li Googleyê nivîsiye û hîn bûye ku ji bo biçe dadgehê bangî wî kirine û wiha pê de çû: "Ez Tahîr Sariişik nas dikim, ew di yekîneya li ser me re dixebite." Li ser pirsa Sariişik we nas nake, Duman ev bersiv da: "Nizanim ez wî nas dikim, di odeya kêleka me de ye, ji xwe ew jî min nas dike."   ÇAPEMENIYÊ AGAHIYÊN XELET DANE   Duman destnîşan kir ku ew bûyera kuştina Huseyîn Gumuş dizane û got ku "Huseyîn di malê de hat kuştin" û lê piştî agahiyên çapemeniyê ên wekî "Li kuçeyê hat kuştin" hat bibîrxisitin, Duman vê carê wiha axivî: "Ez nizanim, ez dizanim ku di malê de hatiye şehîd xistin." Li ser pirsa "Mehmet Kadîr Cebael li rex wî hatiye kuştin" jî Duman wiha bersiv da: "Wê demê di ji nêz ve pevçûn çêbûye."   ‘ME NIZANIBÛ KÎ OSO YE Û KÎ DAIŞ E'   Ji Duman pirsa "Milîtanên DAIŞ'ê li Dîlokê hatine emelyatkirin hûn jî çûne we li ber nexweşxaneyê wêne kişandiye, lê ev kes piştre ûne li ser sînor tev li bûne. We çima ew binçav nekirin" Duman ev bersiv da: "Kî OSO û kî DAIŞ bû me fên nedikir."   DERBARÊ DUMAN DE SERLÊDANA SÛC   Parêzer Ahmet Ozdel piştre mafê axaftinê girt û xwest der barê Beyazit Bestamî Duman de serlêdana sûc bê kirin.