Cenazeyê HPG’î Kaplan 75 roj şûnde hat definkirin 2017-11-22 15:19:32 AMED – Endamê HPG’ê Metîn Kaplan ku di 7’ê îlonê de li herêma gundê Sîsê ya Licê di operasyona hewayî de jiyana xwe ji dest da li Êlihê bi merasîmekê hat definkirin. Endamê HPG’ê Metîn Kaplan (Rûmet Beynatê) ku di 7’ê îlona 2017’an de li herêma gundê Sîsê ya Licêya Amedê di encama operasyona hewayî ku bi du hevalên xwe re jiyana xwe ji dest dabû li Êlihê hat definkirin. Cenazeyê Kaplan 2 meh şûn ve ji aliyê malbata wî ve ji morga Tiba Edlî ya Amedê hat wergertin û birin Êlihê. Ji bo Kaplan li Goristana Girbereşk a Êlihê merasîm hat lidarxistin û gelek kes beşdarî merasîmê bûn. Piştî rêzgirtinê cenaze hat definkirin. Di merasîmê de malbata Kaplan ji bo hemû gelê kurd sersaxiyê xwest û soza berdewamkirina têkoşîna lawê xwe da.    Serdanên sersaxiya Kaplan dê li Mala Şînê ya taxa Hîlal a Êlihê bên qebûlkirin.    Hat zanîn ku Kaplan dema li Beşa Sînema Televîzyon a Zanîngeha Yuzuncu Yil a Wanê dixwend gelek caran bi êrîşên polîsan re rû bi rû mabû û di sala 2014’an de tevlî nav PKK’ê bûye.    CENAZEYÊ ÇETÎNKAYA Û OZCAN JÎ LI ÊLIHÊ HATIN DEFINKIRIN    Cenazeyên endamên HPG'ê Evîn Çetînkaya (Zozan Herekol) û Serhat Ozcan (Hozan Mizgîn) ên di 15'ê mijdarê de li herêma Besta ya Şirnexê ku jiyana xwe ji dest dabûn jî li Êlihê hatin defnkirin. Cenazeyê Çetînkaya li Goristana Asrî ya Êlihê û cenazeyê Ozcan jî li goristana gundê Bileyder a girêdayî Êlihê hat definkirin.