Operasyona leşkerî li Pîranê dest pê kir 2019-07-14 12:27:15   AMED - Hat diyar kirin ku li çoltera bakurê rojavayê navçeya  Pîranê opersyona leşkerî dest pê kiriye û dem bi dem pevçûn rû didin.    Li çolterên gundên Pîrêjman, Şîngirik, Herîdan û Tonekrag ên dkevin bakurê rojavayê navçeya Pîran a Amedê, bi tevlîbûna bi sedan leşker operasyonê hatiye destpêkirin.    Leşkerên duh bi şev bi piştgiriya hewayî dest bi operasyonê kirin, gundên mijara gotinê kirin dorpêçê. Hat diyar kirin ku di saetên serê sibê de, pevçûn rû daye û operasyona li herêmê dewam dike. Hat ragihandin ku gel ji ber operasyonê nikarin pêdiviyên xwe yên rojane bi cih bînin.