Hevalê Kiliç ê kawîşê Îrfan Kiliç vegot 2019-07-14 10:29:04   STENBOL - Mehmet Akyuz ê hevalê kawîşê yê Îrfan Kiliç ê ku li Girtîgeha Tîpa F a Hêjmar 2 a Kandira li dijî operasyonên eskerî yên li Herêma Federe ya Kurdistanê di 3'ê Tîrmehê de dawî li jiyana xwe anî, qala çalakiya Kiliç kir.    Îrfan Kiliç di 3'ê Tîrmehê de li Girtîgeha Tîpa F a Hêjmar 2 a Kandira ya Kocaelî li dijî operasyonên eskeri yên li diji Herêma Federe a Kurdistanê çalakî pêk anî û dawî li jiyana xwe anî. Hevalê Îrfan Kiliç ê li Kawişê Mehmet Akyuz ku di 10'ê Tîrmehê de serbest hat berdan qala çalakiya Kiliç kir. Akyuz ji Ajansa Mezopotamya (MA) re axivî û got: "Demekê ez hevalê îrfan Kiliç ê odeyê bûm. Roja ku Kiliç di 3'ê Tîrmehê de çalakî li dar xist, roja girtiyên din ên sohbet û sproê bû. Min got ezê biçim sohbetê. Îrfan û hevalên din jî gotin emê biçin sporê. Îrfan nexweş bû. Diyar kir ku dernakeve sporê. Min çend caran israr kir, lê dîsa got "Ez xwe baş hîs nakim" û derneket sporê."    QALA WÊ ROJÊ KIR   Akyuz, anî ziman ku saet li dor 09.10'an ji odeyê derketin û wiha got: "Saet li dora 10.00'an me dît ku deng û xirecira gardiyanan ji derve tê. Liv û tevgerek hebû. Dikirin qêrîn û digotin ‘Li kamarayan binerin' Wê demê me hîs kir ku tiştek bûye. Min fam nekir ku der barê îrfan  de ye. Ji ber ku odeya min ya nêzîk a Îrfan bû, piştî bûyerê 20 dk şûnde gardiyan hat got ‘Midûr beg bang li te dike' 2 blok li pêş bû. Nêzî 30 saniye em meşiyan. Ez bi lez birim hewya girtigehê. Ez birim cihê ku îrfan çalakî lê li dar xistiye. Wê demê ji min re vegot. Gotin Îrfan bedena xwe daye ber agir  û di heman demê de jî stuyê xwe û zendê xwe bi camê birîye. Min xwest biçim li cihê bûyerê bibînim. Piştî israrê ez birim cihê bûyerê. Dema ez çûm dîwarê odeyê reş bûbûn. Li cihê çalakişê şopa şewatê hebûn. Dîsa şopa xwînê hebû. Ji jor heta jêr şopa xwînê hebû. Bi avê mudaxaleyî agir kiribûn û her der şil bû. Piştî min cihê bûyerê dît ez daketim jêr."    Akyuz, anî ziman ku dema ji rayedaran pirsî diyar kirin ku Îrnaf piştî bûyerê rakirin nexweşxaneyê û dema rakirin nexweşxaneyê nalîn jê dihat. Akyuz, anî ziman ku piştî bûyerê dozger îfadeya wî girt û wiha got: "Piştî nîvro me bihîst ku Îrfan Kiliç jiyana xwe ji dest daye. Dozger rojek piştî bûyerê hat bi me re hevdîtin kir. Dozger diyar kir ku Îrfan ji ber şewatê jiyana xwe ji dest daye. Herî dawî dema min Îrfan dît, bi min neda hîskirin ku ezê çalakiyek wisa çêkim. Sohbetek me ya erênî çêbû. Dozger pirsa 'Pirsgirêkên wî yên derûnî hebûn?' ji min pirsî. Min got na tune bûn. Îrfan li ser pêşerojê difikirî û lê hûr dibû. Li ser pergala kooperatifan hişê xwe diwestand. Di sohbetên xwe de li ser projeyên manda nirxandin dikir. Em jî û rêberê Gelê Kurd Brêz Ocalan jî vê rêbaza çalakiyê rast nabîne. Lê em neçarin hurmetê nîşanî çalakiya wî bidin."    BERIYA ÇALAKIYÊ NÎŞE HIŞTIBÛ   Akyuz, anî ziman ku bi malbatê re hevdîtin kir û wiha got: "Min ji malbatê re bûyer vegot. Bê guman xemgîn bûn. Min têkildarî vê mijarê metnê ku nivîsîbû dît. Wî bi xwe biryar stendibû. Beriya çalakiyê ji bo hevalê xwe di 2'ê Tîrmehê de nîşe hiştibû. Xuya dibe ku biryar ev çalakî li dar xistiye. Ji ber ku ev nîşe ji me veşart nîşan dide ku çiqas bi biryar ev çalakî pêk aniye."