Polîsan hemû çalakvanên Yukselê binçav kirin 2017-11-22 15:13:13 ENQERE - Ligel hemû astengiyan çalakiya “Em karê xwe paşve dixwazin” a Kolana Yukselê di roja 379’an de berdewam kir. Polîsên mudaxileyê çalakiyê kirin, hemû çalakvan binçavkirin.  Çalakiya greva birçîbûna ya akademîsyên Nuriye Gulmen û mamosta Semîh Ozakça ku bi KHK’ê ji kar hatin avêtin, di roja 2579’an de û çalakiya karkerên çemaweri ya “Em karê xwe paşve dixwazin” jî di roja 379’an de dom kirin.  Çalakgerên xwestin li ber Birdariya Mafê Mirovan a Kolana Yukselê daxuyanî bibin, polîsan destûr ne da. Li ser vê yekê çalakger li Kolana Konurê kom bûn û xwestin daxuyanî bidin. Polîsan destûr neda û pankarta çalakvanan çirand.    Polîsên êrîşî çalakiyê kirin, 5 çalakvan binçavkirin û bi erdê re kaş kirin. Polîsan piştî çalakvan li maşineya rengê wî spî siwar kirin, ji cihê bûyerê dûr ketin.