Astengiya li ber çûyîna Îmraliyê rabû, lê vê carê jî astengiyeke kêfî ket dewrê 2019-07-14 09:06:20 STENBOL - Piştî di 17'ê Nîsanê de astengiya li ber parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hat rakirin, parêzeran 4 caran hevdîtin bi muwekîlê xwe Ocalan re pêk anîn. Lê belê piştî hilbijartina 23'yê Hezîranê hevdîtin tê astengkirin.    Ji 27'ê Hezîrana 2011'an heta 2'yê Gulan a 2019'an parêzeran nikaribû hevdîtin bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re çêbike. Lê belê piştî di 17'ê Nîsan a 2019'an de astengiya li ber parêzeran hat rakirin, parêzer di 2'yê Gulanê de hevdîtin bi muwekîlê xwe Ocalan re çêkirin. Paşê di 22'yê Gulanê, di 12 û 18'ê Hezîranê de çûn Îmraliyê û hevdîtin bi muwekîlên xwe re çêkirin.    GIRTÎ KETIN GREVA BIRÇÎBÛNÊ Û ROJIYA MIRINÊ    Piştî di 7'ê Mijdara 2017'an de bi pêşengiya Hevseroka KCD'ê û Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven, li dijî tecrîda li Îmraliyê greva birçîbûnê dest pê kir, di demeke kurt ev çalakî li tevahiya girtîgehan berbelav bû. Hîn greva birçîbûnê dewam dikir di 30'yê Nîsanê de 15 girtî dest bi rojiya mirinê kirin û paşê di 10'ê Gulanê de 15 girtiyên din ketin rojiya mirinê. Piştî vê parêzer di 2'yê Gulanê de çûn Îmraliyê û hevdîtin bi muwekîlê xwe re çêkirin. Paşê di 22'yê Gulanê de parêzer careke din çûn Îmraliyê û hevdîtin bi muwekîlê xwe re çêkirin. Parêzeran di 26'ê Gulanê de hevdîtina bi Ocalan re parve kirin û çalakiya greva birçîbûnê û rojiya mirinê jî bi dawî bû.    2 HEVDÎTINÊN DIN JÎ PÊK HATIN    Piştî çalakiyên greva birçîbûnê bi dawî bûn parêzer di 12 û 18'ê Hezîranê de du hevdîtin pêk anîn. Lê belê hîn parêzeran peyama Ocalan a di hevdîtina 18'ê Hezîranê de bi raya giştî re parve nekiribû, di 20'ê Hezîranê de akademîsyen Alî Kemal Ocan daxuyand ku ew çûye Îmraliyê û nexasim jî daxuyaniyên Ozcan ên der barê hilbijartina Stenbolê de bûn cihê nîqaşên mezin.    Serlêdanên di navbera 2'yê Gulanê û 18'ê Hezîranê de hatin kirin bê bersiv man. Parêzer di meha Gulanê de 13 caran ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan lê belê tu bersiv nehatin dayîn. Parêzer di 3, 7, 8, 9, 10, 14, 15, 16, 17, 21, 22, 29 û 30'yê Gulanê de ji bo hevdîtin serî li dogzeriyê dan. Lê belê dozgeriyê ne bi awayekî erênî ne jî bi awayekî neyînî tu bersiv nedan.    Parêzer di meha Hezîranê de tenê di 12 û 18'ê Hezîranê de çûn Îmraliyê, lê belê sê serlêdanên parêzeran ên di meha Hezîranê de jî bêbersiv man. Parêzeran di 19, 26 û 28'ê Hezîranê de ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan, lê belê dozgeriyê ne erênê ne jî enyînî bi tu awayî bersiv neda.    Parêzeran di meha Tîrmehêd e jî çar caran serî lê da. Parêzeran di 3, 5, 10 û 12'ê Tîrmehê de ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan lê belê serlêdanên wan bê bersiv man.    Her wiha parêzeran di hevdîtinên xwe yên Îmraliy yên dawî de nikaribûn hevdîtin bi Omer Hayrî Konar, Veysî Aktaş û Hamîlî Yildirim ku di Girtîgeha Îmraliyê de ne pêk bînin.    BI BIRYARA DADGEHÊ HAT REDKIRIN    Malbat ji bo biçin Îmraliyê piştî 5'ê Hezîranê, di 17'ê Hezîranê de serî li dogzeriyê dan lê belê dadgehê serlêdana wan red kir. Li ser vê malbat di 1, 8 û 15'ê Tîrmehê de ji bo hevdîtinê serlêdan pêk anîn lê dadgehê dîsa serlêdana wan red kir.    'QEY CAREKE DIN TECRÎDA GIRAN DIKEVE DEWRÊ?'    Di 17'ê Nîsanê de piştî biryara Dadgeriya Înfazê ya Bûrsayê jia liyê Dadgeha Cezayê Giran a 1'ê ya Bûrsayê ve hat redkirin, tu astengiyên li pêşberî hevdîtina Ocalan û parêzeran nemabûn. Ji 17'ê Nîsanê heta 23'yê Hezîranê parêzer 4 caran çûn Îmraliyê û hevdîtin bi Ocalan re pêk anîn. Lê belê piştî ê serlêdanên parêzeran hemû bê bersiv man û ev yek bi xwe re pirsa "gel qey tecrîda girankirî careke din dikeve dewrê?"    MA / Sadiye Eser