ROJEVA 14'Ê TÎRMEHA 2019'AN 2019-07-14 09:00:11     * Li Westanê, cotkarên ku fasûle danîne diyar kirin ku heqê keda wan jî bi dest wan nakeve. Cotkaran, bilêv kir ku navbeynkar kîloya fasûleyan bi lîreyekê dikirin û bi 6 lîreyan difiroşin.    * Rojnamevan Mehmet Alî Çelebî, bilêv kir ku îktîdar civakeke ku qet lêpirsîn, rexne nake û tiştên heyî qebûl dike dixwazin û got: "Em rojnamevanên ku toz û duxana sehneyê girtine em ê tim bipirsin, lêpirsînê bikin û rexne bikin."    * Li Çewligê, jin nanê tendûrê difiroşin. Nanên ku li tendûrên jê re kûzik tên gotin û ji dema ermenan maye tên xistin yek ji nanê herî xweş ê Çewligê ye.    * Sînem Kanat ku dev jiyana li bajêr berda û dîsa çû gundê xwe Qewalê, 10 sal in li gund bi tena serê xwe dijî. Kanat, hema bêje her tiştî ji xwezayê berhev dike û hezkirina xwe ya ji bo gund wiha bilêv dike: "Aramiyeke pir xweşik li min peyda dike."    * Meryem Karalok ku ji ber nikare dev ji hevjînê xwe yê bi salane tahdê lê dike berde, çalakiya xwe ya li ber Edliyeya Edeneyê didomîne. Karalok, diyar kir ku hevjînê wê gefan lê dixwe û dibêje ew ê her sê zarokên wê bikuje. Wê Karalok, bi desteka jinan ji bo dev ji hevjînê xwe berde serî li Dadgeha Qanûna Bingehîn (AYM) bide.    * Di Doza Ergenekonê de ku serokwezîrê wê demê Recep Tayyîp Erdogan ji bo wê gotibû "ez dozgerê vê dozê me", piştî 12 salan ji xeynî 5 kesan bersûc hemû hatin berdan. Dadgeha Bilind, bi biryara "rêxistin tune ye" bersûc berdan. Hevseroka Giştî ya ÎHD'ê Eren Keskîn ku got "AKP, ji bo îktîdara xwe biparêze bi dewleta 'kûr' re li hev kiriye" bilêv kir ku ji ber ew dewletê baş nas dikin, bi vê biryarê ecêbmayî nemane.    * Piştî di 17'ê Nîsanê de astengiya li ber parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hat rakirin, parêzeran 4 caran hevdîtin bi muwekîlê xwe Ocalan re pêk anîn. Lê belê piştî hilbijartina 23'yê Hezîranê hevdîtin tê astengkirin.    * HDK, we Civîna Meclîsa Giştî bi tevlêbûna hevberdevkên Giştî Gulistan Kılıç Koçyîgît û Sedat Şenoglu li avahiya xwe ya Stenbolê pêk bînin. (10.00)    * Hewldana Jiyandina Heskifê ji bo Heskif di bin avê de nemîne wê Li Çemê Dîcleyê xwe avêjin avê. (13.00)