Nûçegihanê me Ahmet Kanbal hat binçavkirin 2019-07-13 19:21:50 MÊRDÎN - Li Mêrdînê, nûçegihanê me Ahmet Kanbal hat binçavkirin.    Nûçegihanê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Ahmet Kanbal, dema diçû mala xwe ya li navenda Mêrdînê, polîsan ew da sekinandin û binçavkir. Nehat hînbûn ka Kanbal ji ber çi hatiye binçavkirin û polîsan ew bir Midûriyeta Emniyetê ya Bajêr.    Nûçegihanê me Kanbal, piştî nelirêtiyên li Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê ku di dema qeyûm de hatibûn kirin aşkere kirin û kir nûçe hedef hatibû girtin û her wiha ketina wî ya şaredariyê jî hatibû qedexekirin.