Li Dersimê malbata ku gef lê hat xwarin serî li dozgeriyê da 2019-07-13 16:11:10   DERSIM - Ji bo Cîhan Aran ku li Ewropayê dijî û bi ser malbat û hevjîna wî gef lê tên xwarin, serlêdana sûc li dozgeriyê hat dayîn.    Hat hînbûn ku Cîhan Aran ku li Ewropayê dijî, ji aliyê kes an kesên ku xwe weke Teşkîlata Îstixbaratê ya Mûnzûrê didine nasîn ve bi ser malbat û hevjînê wî ve gef lê tên xwarin. Malbata Aran li dijî gefan serî Serdozgeriya Komarê ya Desimê da û serlêdana sûc kir. Malbat piştî serlêdana xwe ya serdozgeriyê, serî li Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Dersimê jî da û daxuyaniyek çapameniyê li dar xist. Di daxuyaniyê de Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Dersimê Gurbuz Solmaz diyar kir ku ji aliyê kesên xwe ku xwe weke hezên dewletê didin nasîn ve gef li malbatê hatine xwarin û daxwaz kir ku kes gef li malbatê xwarine bên dîtin û darizandin. Solmaz di berdewamê de jî got ku ewlehiya malbate tuneye û ji tiştên ku bên serê malbatê dewlet berpirsyar e.   POLIS TÊN MALÊ   Semra Aran diyar kir ku li gel ku hevjînê wê Cîhan Aran ne li vir e û gelek caran ji wan re gotiye jî polis tên mala wê û hevjînê wê jê dipirsin. Aran tiştên hatiye serê xwe jî wiha rêz kir:"Li ser medya civakî li ser laşê min peyamên biçûkxistinê ji hevjînê min re tên şandin. Bi çêrin ku mirov nikare bîne ziman gef li min tên xwarin. Ev ji ne bes e park û eywanên dewetan ên ku ez diçim wan, têm şopandin. Ji ber vê yekê gelek ditirsim. Bi tena serê xwe nikarim ji malê derkevim. Ji hêla fizîkî û derûnî ve têm tacîzkirin û bi tevgerên mobbîng ve rû bi rû dimînim. Kes ango kesên mijare gotinê ne dibêjin ku ew vê yekê li ser navê Teşkîlata Îstixbaratê ya Mûnzûrê, polis û MÎT'ê dikin. Heke tiştek bê serê min berpirsyar ev in. Min li dozgeriyê serlêdana sûc kir û daxwaz dikim ku tişta pêwîst pêk bê."    Li aliyê din dayika Aran Guzcan Aran jî da zanîn ku ewlehiya wan tuneye û daxwaz kir tevdîrên pêwîst ji bo wan bên girtin.