Çalakgerên 14’ê Tîrmehê hatin bibîranîn 2019-07-13 15:11:27 AMED – Kesên li Girtîgeha Jimara 5’an a Amedê di 14’ê Tîrmeha 1982’an de rojiya mirinê dan destpêkirin û jiyana xwe ji dest dan hatin bibîranîn. Li Girtîgeha Jimara 5’an a Amedê piştî darbeya eskerî ya 12’ê Îlona 1980’î pêkanînên derveyî mirovî dest pê kirin. Girtiyên PKK’î li dijî van pêkanînan di 14’ê Tîrmeha 1982’an de dest bi rojiya mirinê kirin. Girtî ango ji pêşengên PKK’ê Mehmet Hayrî Durmuş, Kemal Pîr, Akîf Yilmaz û Alî Çîçek jiyana xwe ji dest dan. Bi pêşengiya Komeleya 78’an a Amedê her çar pêşengên PKK’ê bibîr anîn. Bîranîn li ser gora Alî Çîçek a li Goristana Yenîkoya Amedê pêka hat. Parlamenterên HDP’ê yên Amedê Remziye Tosun, Salîha Aydenîz, Musa Farisogullari, rêveberên HDP’ê û ESP’ê, rêveberên MEBYA-DER, TUAY-DER û gelek kes beşdarî biîranînê bûn.   ‘LI DIJÎ TARÎTIYÊ BI ÇIRÛSKÊN XWE RÊ RONÎ KIRIN’    Serokê Komeleya 78’an Ganî Alkan di bîranîna salvegera 37’emîn de axivî û got dixwestin darbeya 12’ê Îlonê zûtir pêk bînin lê ji ber Zîndana Amedê neamade bû darbeyê dereng pêk anîn. Alkan anî ziman ku beriya darbeye tevgera gelê kurd gelek bi pêş de ket û li her deverî dibû sazîbûn û xwestin bi darbeye bikevin pêşiya vê yekê. Alkan destnîşan kir ku bi pêkanîna darbeye re hemû saziyên gelê kurd hatin girtin û her kesê digot ‘ez kurd im’ diavêtin Zîndana Amedê. Alkan diyar kir ku Zîndana Amedê veguherandibûn kapma kombûna kurdan û wiha got: “Cuntaya eskerî yekîneyên taybet şandin zîndana Amedê. Polîtîkayên taybet birêve birin. Di şexsê girtiyan de dixwest gelê kurd xilas bikin. Li dijî van polîtîkayên qirêj û tarîtiyê, Mazlum Dogan roja 21’ê Adarê bû çirûkskek ronî û rêya me ronî kir. Pişt re li qawîşa Jimara 33’an çar hevalên me çirûksa Mazlum Dogan veguherandin meşaleye. Girtiyan bi berxwedana rojiya mirinê ya di 14’ê Tîrmehê de polîtîkaya dewletê têk bir.”    ‘ŞIKANDINA ÎRADEYÊ QEBÛL NEKIRIN’    Parlamenter Musa Farisogullari jî da zanîn ku armanca darbeya 12’ê Îlonê ew bû ku vîna gelê kurd tune bikin û got: “Pêşengên gelê kurd di Zîndana Amedê de vê yekê qebûl nekirin. Li dijî şikandina îradeyê derketin û têkoşiyan.”    DESTÛR NEDAN QURNAFILAN    Piştî axaftinan girseyê xwest biçin ber Girtîgeha Tîpa E ya Amedê ku çalakiya rojiya mirinê ya 14’ê Tîrmehê lê qewimiye û qurnafilan deynin. Lê ji ber biryara qedexeyê Walîtiya Amedê destûr nehat dayîn ku qurnefilan deynin ber girtîgehê.