Morning Star: Girtina Aykol êrîşa li dijî azadiya çapemeniyê ye 2019-07-13 14:21:41 ENQERE – Ji Rojnameya Mornîng Star a li Îngîlstanê weşanê dike Ben Chacko bertek nîşanî girtina rojnameger Huseyîn Aykol da û got girtina Huseyîn Aykol êrîşa li dijî azadiya çapemeniyê ye. Midûrê Karên Nivîsan û edîtorê rojnameya muxalîf a Îngîlîstanê Morning Star  Ben Chacko bertek nîşanî girtina rojnameger û nivîskar Huseyîn Aykol da. Chacko diyar kir ku girtina rojnameger Huseyîn Aykol êrîşek li dijî azadiya çapemeniyê ya li Tirkiyeyê ye û got: “Rojnameya xwedî qedeme Morning Star girtina rojnameger Huseyîn Aykol bi tundî şermezar dike û dixwaze demidlest bê berdan. Rojnamegerî ne sûc e. Çapemeniya azad ji bo civaka demokratîk esase. Em destê piştevaniyê û dostaniyê dirêjî hemû xwişk û birayên xwe yên li Tirkiyeyê di bin talûkeyê de ne û saziyên çapemeniyê yên pêşverû dikin. Hûn ne bi tenê ne. Em li gel we şer dikin.”    Berdevkê Platforma Rojnamegerên Li Kurdistan û Tirkiyeyê Ji Bo Demokrasiyê rojnameger Steve Sweeney jî bertek nîşanî girtiyan Aykol da û wiha got: “Bi ji bombeyek wêdetir ji pênûs û kamerayekê ditirsin. Em dixwazin di serî de Huseyîn Aykol û hemû rojnamegerên girtî bên berdan. Em ê ji bo berdana rojnamegerên girtî ku hikumeta Îngîlîstanê dikaribe xebatê bike zextê li ser wan bikin.”