Di çalakiyên Xizmên Windayan de bertek nîşanî operasyonan dan 2019-07-13 14:02:35 AMED / ÊLIH / ÎZMÎR -  Şaxên ÎHD'ê yên Amed û Êlihê û Xizmên Windayan li aqûbeta windayan pirsîn û di çalakiya vê hefteyê ya li Amedê de bertek nîşanî operasyon û pevçûnên li herêmê didomin hat dayîn. Li Îzmîrê jî bi heman armancê çalakî hat lidarxistin. Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê û Xizmên Windayan ji bo li aqûbeta windayan bipirsin û kujer bên darizandin di hefteya 544’emîn de çalakiya xwe ya bi dirûşma “Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin” li avahiya ÎHD’ê li dar xistin. Hevseroka Rêxistina HDP’ê ya Amedê Hulya Alokmen, Serokê Rêxistina CHP’ê ya Amedê Mehmet Sayin, endam û rêveberên ÎHD’ê û Xizmên Windayan beşdarî çalakiyê bûn û wêneyên windayan danîn erdê û hildan.    Vê hefteyê çîroka windakirina Ebûbekîr Aras ê di 13’ê tîrmeha 1994’an de li navçeya Cizîrê ya Şirnexê ji aliyê “hêzên ewlekariyê” ve hat windakirin hat pirsîn.    ‘REFORMA DARAZÊ TÊ AXAFTIN LÊ ŞIDET Û PEVÇÛN DIDOMIN’    Serokê Şaxa ÎHD’ê ya Amedê Abdullah Zeytun axivî û bi bîr xist ku 544 heftene ew li aqûbeta windayan dipirsin û heta niha winda nehatine dîtin û heta winda bên dîtin û edalet pêk were dê têkoşîna xwe dewam bikin. Zeytun bal kişand ser operasyon û pevçûnên di demên dawî de zêde bûne û got: “Li Licê bi rojane operasyon heye û mafê jiyanê yê welatiyên herêmê di bin talûkeyê de ye. Însan jiyana xwe ji dest didin û mal û milkên welatiyan zirar dibîne. Ev li dijî mafên mirovan e. Em hêvîdarin wê ev pêkanîn demildest bi dawî bibin.” Zeytun bal kişand ser hevdîtinên li gel Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û xwest hevdîtinên li gel Ocalan bidomin û derî li pêşiya hevdîtinên çareserî û aştiyê bên vekirin. Zeytun da zanîn ku li gel ku li Tirkiyeyê reforma darazê tê axaftin jî şidet û pevçûn jî didomin û ev bandorê li ser hemû civakê dike.    ‘MALBAT NIKARIN CENAZEYAN WERBIGIRIN’    Piştî Zeytun, Hevseroka HDP’ê ya Amedê Hulya Alokmen Uyanik jî axaftinek kurt kir û got ji bo dîtina windayan û dayik bigihîjin bihostek axa şûna zarokên wan lê veşartî ne dê têkoşîna xwe ya ji bo dîtina cenazeyan dewam bikin. Alokmen anî ziman ku li gundên Licê operasyonên giran pêk tên û dibin sedema însan jiyana xwe ji dest bidin. Alokmen diyar kir ku heyeta wan li gundên Licê lêkolînên xwe didomînin û ev bi rojane cenazeyên endamên HPG’ê li qada şer in û malbat nikarin cenazeyên xwe werbigirin. Alokmen got ji bo malbat dikaribin cenazeyên xwe bigirin û êdî kes jiyana xwe ji dest nede pêdivî bi maf, hiqûq û edaletê û aştiyek mayînde û çareseriya demokratîk heye.    ÇÎROKA EBÛBEKÎR ARAS HAT XWENDIN    Rêveberê ÎHD’ê parêzer Hasan Yalçin jî çîroka winda Ebûbekîr Aras ê di 13’ê tîrmeha 1994’an de li navçeya Cizîrê ya Şirnexê ji aliyê “hêzên ewlekariyê” ve hat windakirin hat pirsîn. Yalçin got tevî hemû lêgerînên hiqûqî yên malbatê jî Aras ji roja hatiye windakirin nehatiye dîtin.    Piştî axaftinan 5 deqîqe çalakiy rûniştinê li dar xistin û çalakî bi dawî kirin.    ÊLIH    Rêveber û endamên Şaxa ÎHD'ê ya Êlihê û Xizmên Windayan jî di hefteya 450’emîn de li avahiya ÎHD'ê li hev kom bûn û bi dirûşmeya "Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin" çalakî li dar xistin. Gelek xizmên windayan û parêzvanên mafên mirovan beşdarî çalakiyê bûn û wêneyên windayan hildan. Rêveberê ÎHD'ê Ercan Başar daxuyanî da û diyar kir ku ew lêgerîna heqîqet û edaletê dewam dikin û dê têkoşîna xwe ya ji bo dîtina windayan bidomînin.    Başar di daxuyaniya vê hefteyê de çîroka Zekî Dîrîl ê 6 salî û kurapê wî Ilyas Dîrîl ê 12 salî ku di 2'ê gulana 1994'an de li gundê Keldaniyan Mehrî yê Şirnexê di serdegirtina gund de ji aliyê eskeran ve hatin binçavkirin û carek din agahî ji wan nehat girtin parve kir û li aqûbeta wan pirsî.    Piştî axaftina Başar 5 deqîqe çalakiya rûniştinê li dar xistin.   ÎZMÎR   Rêveberên Şaxa ÎHD'ê ya Îzmîrê jî bi dirûşma "Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin" çalakiya xwe ya heftane li ber Sumerbanka kevn a li navçeya Konakê ya Îzmîrê li dar xist. Rêveberên ÎHD, rêveberên HDP'ê, nûnerên sendîkayên KESK'ê beşdarî çalakiyê bûn û pankarta "Winda diyar in kujer li ku derê ne?" vekirin. Endamê ÎHD'ê Caner Canli daxuyaniya vê hefteyê xwend û li faîlên Îkram Miyyaz ê 25 sal berê ku sendîkavan bû hat kuştin pirsî.