Qaymeqamiya Heskîfê têketina Çemê Dîcleyê girêdayî destûrê kir 2019-07-13 11:45:47 ÊLIH - Di van rojên ku rêxistinên ekolojiyê amadekariya çalakiya "Avêtina Mezin a Dîcleyê" ku dê li Heskîfê bê lidarxistin, dikin, Qaymeqamiya Heskîfê têketina Çemê Dîcleyê jî di nav de hemû çalakiyên ku di navbera 11-26'ê Tîrmehê de li navçeyê bên lidarxistin, girêdayî destûrê kir.  Di vê dema ku rêxistinên ekolojiyê ji bo Heskîf di bin Bendava Ilisûyê de nemîne, têdikoşin, Qaymeqamiya Heskîfê jî hemû çalakiyên ku di navbera 11-26'ê Tîrmehê de li navçeyê bên lidarxistin, girêdayî destûrê kir. Balkêş e li gel ku gel destpêkirina biryarê 11'ê Tîrmehê ye jî qaymeqamiyê rojek piştî biryarê daxuyaniya xwe weşand. Qaymeqamiyê diyar kiriye ku çalakiyên mîna daxuyanî, mitîng, civînên cihê girtî û vekirî, meş, daxuyaniya çapemeniyê, vekirina kon, vekirina stantê, çalakiya rûniştinê, merasîma bibîranînê, belavkirina belavokan, daleqandina afîş û pankartan û têketina Çemê Dîcleyê ya di qada berpirsyariya polis û leşkeran de girêdayî destûrê ye.    Ji ber ku dê sibê ji aliyê rêxistinên ekolojiyê ve ji bo Heskîf di bin Bendava Ilisûyê de nemîne, çalakiya "Avêtina Mezin a Dîcleyê" bê lidarxistin, biryara qaymeqamiyê gelek balê dikişîne.