'Kelepçeyê wisa şidandin kirin ku qevdên destên wî xwîn bibin' 2019-07-13 11:09:01 ERZIROM - Hat ragihandin ku Rêveberê HDP'ê yê Erziromê Nûrî Kandemîr ku beriya 3 rojan di serdegirtina malan de hatibû binçavkirin, bi derpkirinê hatiye binçavkirin. Hevjîna Kandemîr Melek Kandemîr diyar kir ku hevjînê wê bi saetan li ser rû li erdê hatiye dirêjkirin û wiha got: "Kelepçeyê wisa şidandin kirin ku qevdên destên wî xwîn bibin."   Di 11'ê mehê de li navçeya Qereyazî ya Erziromê polisan bi ser gelek malan de girtibû û Hevşaredarê Qereyaziyê Bûrhanettîn Şahîn û endamên meclisa şaredariyê jî di nav de 10 kes hatibûn binçavkirin. Hat ragihandin ku her deh kesên hatine binçavkirin li Şaxa TEM'ê ya Erziromê tên girtin û dema binçavkirina wan ji bo 4 rojan hatiye dirêjkirin. Hat ragihandin ku dema serdegirtina malan de  Rêveberê Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Erziromê Nûrî Kandemîr ji aliyê polisan ve hatiye derpkirin.    QEVDÊN DESTÊN WÎ XWÎN BÛN   Li gorî agahiyên ku hatin bidestxistin, Polisên Tevgera Taybet ku bi ser mala Kandemîr de girtine bi qûndaxên çekên xwe li serê Kandemîr dane û ew derp kirine. Hevjîna Kandemîr Melek Kandemîr qala dema serdegirtina malê û tundiya li dijî hevjînê xwe kir û têkildarî mijarê ev tişt anî ziman: "Nivê şevê li deriyê mala me dan. Min û hevjînê xwe bi hev re derî vekir. Ji hevjînê pirsa ku 'Nûrî Kandemîr tuyî?' kirin û hevjînê min jî bertek nîşanî wan da û ev pirs 'We çima destûr neda kincên xwe li xwe bikim?' ji wan kir. Li ser vê yekê ji hevjînê min re gotin ku dê kincên wî lê bikin û bi qûndaxên çekên xwe li ser milê hevjînê min dan û ew kirin xwarê. Polisek destê xwe kir tînika wî û polisek jî rabû ser pişta wî destê wî bi pişt ve kelepçe kir. Kelepçeyê wisa şidandin kirin ku qevdên destên wî xwîn bibin. Li ser vê yekê min û zarokên xwe kir qêrînê û em bi ber hevjînê min çûn. Ji ber vê yekê me derxistin derve. Ji bo ku cîranên me bibihîzin, min li derve jî kir qêrîn. Ji ber vê yekê min careke din kirin hundir û min û zarokên min kirin odeyekî. Min ji wan re got ku ez ê agir berî malê bidim."    BI SAETAN LI SER DEVÛRÛ HIŞTIN   Di berdewamê de Kandemîr destnîşan kir ku polisan hevjînê wê bi saetan li ser devûrû hiştine û wiha ev tişt got: "Mala me ji hev bela wela kirin. Zarokên ji vê rewşê gelek bi bandor bûn û derûniya wan xera bû. Piştî bidawîbûna serdegirtinê çûm dozgeriyê û diyar kir ku îşkence li hevjînê min hatiye kirin. Dozgeriya Qereyaziyê ji min got ku doz li Erziromê ye û pêwîste ku ez biçime wir. Em niha jî li bendê ne ku dê ka çi bibe."   Nûrî Kandemîr jî diyar kir ku rapora ku ji aliyê Nexweşxaneya Dewletê ya Qereyaziyê ve hatiye rayîn ne rest e û bi rêya parêzerên xwe ji bo girtina raporeke din serî li dozgeriyê daye.