Biryareke mînak a ji nû ve darizandinê 2019-07-13 10:14:54 AMED - Li Tirkiyeyê cara yekemîn dadgehekê "Memeleya xerab û îşkenceyê" qebûl kir û biryar da ku girtîyekî cezayê muebeta giran girtiye ji nû ve bê darizandin. Parêzer Mehdî Ozdemîr biryarê nirxand û diyar kir ku biryar ji bo kesên cezayê muebeta giran girtine paceyeke nû ye.  7'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê, biryara Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) ku xwestibû cezayê muebeta giran bi vedorên diyar neyên nirxandin weke "Memeleya xerab û îşkenceyê" qebûl kir. Dadgehê li ser vê yekê serlêdana Boltan nirxand û biryar da ku ji bo îxlal ji holê bê rakirin, dosya Ciwan Boltan ji nû vê bê dîtin û darizandin. Lê li gel vê yekê jî dadgehê daxwaza berdan û sekinandina înfazê ya ji bo Boltan bi hinceta ku DMME'yê di vê mijarê de biryarek nedaye, red kir.    BIRYAR YEKEMÎN E   Parêzerê Boltan Mehdî Ozdemîr diyar kir ku DMME'yê îşaret bi rênedana hiqûqa navxweyî ya Tirkiyeyê ya ji bo vekolîn û nirxandina cezayê muebeta giran kiriye û ji bo rakirina ji holê ya îxlalê, daxwaza careke din darizandinê kiriye û wiha got: "Ji bo kesên ku cezaya muebeta giran girtine biryareke bi vî rengî tê dayîn. Biryar ji bo kesên cezayê muebeta giran girtine paceyeke nû ye. Ji ber ku dadgehê hiqûqa nvxweyî ji xwe re nekiriye hincet û negotiye ji nû ve darizandinê nakim, biryara dadgehê biryareke mînak e."   'GUHERTINA QANÛNA ŞERT E'   Ozdemîr da zanîn ku bi biryara DMME'yê re Tirkiye neçare ku ji bo kesên cezaya muebetê girtine guhertineke qanûnî pêk bîne û wiha got: "Ev guhertine qanûnî şert e. Biryara DMME'yê ji bo kesên ku cezayê muebeta giran girtine biryareke mînak e û rê li ber ji nû ve darizandina wan vedike.    ÇI BÛBÛ?   Di 24'ê Nîsana 2012'an de di şerekî bi leşkeran re Ciwan Boltan birîndar hatibû girtin. Di Çileya 2014'an de 9'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê bi hinceta ku sûcê "Yekitî û tevahiya welat xera kiriye" pêk aniye, cezaya muebeta giran û ji bo sûcên din jî 95 sal ceza li Boltan birîbû. Cezayên ku li Boltan hatibûn birîn ji aliyê serok û endamên 9'emin Daîreya Ceza ya Dadgeha Bilind ve ku niha ji FETO'yê tên darizandin hatibû erêkirin. Li ser vê yekê parêzerê Boltan, Mehdî Ozdemîr serî li Dadgeha Destûra Bîngehîn dabû. Ji ber ku Dadgeha Destûra Bîngehîn jî vê serlêdanê red kir, Ozdemîr serî li DMME'yê da. DMME'yê vê serlêdanê qebûl kir û daxwaz kir ku Boltan ji nû ve bê darizandin.   Li ser vê yekê Ozdemîr, ji bo ji nû ve darizandina Boltan serî li 7'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê da.