Ji ber li dijî tecrîdê çalakiyek li dar xistin doz li wan hat vekirin 2019-07-13 09:02:18 ÊLIH – Der barê 7 jê girtî 8 ciwanên ku li dijî tecrîda li Îmraliyê çalakiya rêgirtinê li dar xistibûn doz hat vekirin. Di îdianameyê de hat xwestin ku 5 sal ceza li wan bê birîn.    Li Êlihê, di 28'ê Nîsanê de 8 endamên Meclîsa Ciwana ya HDP'ê li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan çalakiya rêgirtinê li dar xistibûn. Ji ber vê der barê 8 ciwanan de doz hat vekirin. Piştî çalakiya rêgirtinê polîsan avêtibû ser mala ciwanan û ew binçav kiribûn. Ji van ciwanan 6 jê hatin girtin û dudo jê jî bi şertê kontrolkirina edlî hatibûn berdan.    Di çarçoveya lêpirsînê de Dozgeriya Komarê ya Êlihê di 7'ê Gulanê de 2 kesên din jî binçavkirin û ji van kesan yek jê bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" û "revandin an jî desteserkirina wesayîtan" hat girtin.    Di çarçoveya lêpirsînê de der barê R.C.(19), H.A.(19), H.K.(21), H.A.(20), E.M.(22), D.Y.(22), M.Ş.Ç.(22) û B.D. (21) de îdianame hat amadekirin û di îdianameyê de hat xwestin ku 5 sal ceza li wan bê birîn. Her wiha dosyeya W.K. yê 15 salî ji dosyeya heyî hat veqatndin.    Dadgeha Cezayê Giran a 2'yan a Êlihê îdianame qebûl kir û wê danişîna ewil a dozê di 7'ê Tebaxê de pêk bê.    'ÇALAKIYEKE WIJDANÎ YE'    Parêzerê dozê Devran Yildiz, got: "Di vê dosyeyê de li gor xalên peyman û mewzûatên navnetewî tev negeriyane. Di xala 34'an a Qanûna Bingehîn de tê gotin 'her kes bêyî destûr dikare meş û xwepêşandanan li dar bixe.' Her wiha ev çalakî di çarçoveya xalên 10 û 11'an ên Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê de ye. Di dema grevên birçîbûnê de bi deh hezaran kes tev li çalakiyan bûn lê tu kes bi vî awayî nehat girtin. Dayikên kitanspî li ber girtîgehan li kuçeyan mafên xwe yên qanûna bingehîn bi kar anîn lê nehatin girtin. Ev zarok jî çalakiyeke wijdanî li dar xistine lê belê hatin girtin. Di vir de pirsgirêkeke hiqûqî heye û divê demildest bên berdan."    MA / Metin Yoksu