3 sal in 921 malbat bê mal in 2019-07-13 09:02:15 ÇEWLIG – Li Çewligê, li Taxa Kulturê di çarçoveya "veguherandina bajêr" de malên şêniyên taxê hatibûn rûxandin û ji wan re hatibû gotin ku wê di nav salekê de mifteya xaniyên wan ê nû di destê wan de be. Lê belê 921 malbat 3 sal in bê xanî ne.  Li Çewligê, Şaredariya Çewligê ya AKP'î di 5'ê Kanûna 2011'an de Taxa Kulturê wekî qada "Veguherandina Bajêr" îlan kiribû û di sala 2017'an de li Taxa Kulturê qadeke 151 donimî wekî qada "birîsk" hatibû îlankirin. Ji bo vê di sala 2017'an de tax hat valakirin. Lê belê piştî tax hat valkirin tu gav neahtin avêtin. Tenê beriya hilbijartina 31'ê Adarê çend kepçe çûn qadê û wekî dixebitin hatin nîşandan.    SOZÊ XWE BI CIH NEANÎN    Sûltan Yureklî ku ji ber projeya veguherandina bajêr 3 sal berê mecbûr ma xaniyê xwa vala bike, diyar kir ku bi hinceta rîska erdhejê heye xaniyên xwe vala kirine lê belê şaredariyêe w xapandine. Yureklî, destnîşan kir ku wexta wan xaniyên xwe vala kiriye peymanek bi wan dane îmzekirin û di peymanê de hatiye gotin ku dê di nav salekê de xaniyên nû radestî wan bikin û her wiha soz dane wan kuheta xaniyên wan bê çêkirin wê ji bo kirê alîkariya wan jî bê kirin lê belê sozên hatine dayîn bi cih nehatine. Yurekli, got: "Gotin heta xaniyên we yên nû çêbibin em ê kirêya we bidin. Lê belê 7 kirêyên me yên ewil nedan. Niha 4 meh in jî kirêyên me nayên dayîn. Hevjînê min nexweş e û nikare bixebite. Ji ber em nikarin heqê kirêyên xwe bidin wisa dixuye em ê kon vedin."    Mercan Başbay a 80 salî jî got: "Em ji mala xwe razî bûn. Rojekê hatin li deriyê me xistin û gotin 'em ê xaniyê we xera bikin.' Em û zarokên xwe heyr man. Me got em ê giliyê we bikin, gotin 'hûn sed parêzerî jî bigirin em ê dîsa xaniyê we birûxînin.' Paşê av û ceryana me birîn. Ji bo serşûştinê av bi destê me neket. Ji bo destnimêje me av ji mizgeftê dianî. Ji bo vexwarinê jî me bi pera av dikirî. Piştî av û ceryan hat birîn em mecbûr man peymanê îmze bikin. Her sê kurê min her yek jê 500, 700, 800 lîre kirê dide. Zarokên min ne karmend in, dewlet alîkariyê nake. Em bi sewalvaniyê debara xwe dikin. Em nizanin em ê çi bikin. Wisa xuyaye wê xaniyên me nedin me."    ‘NE HEQÊ KIRÊYA ME DIDIN NE JÎ XANIYÊN ME RADESTÎ ME DIKIN'    Sevda Kaya jî, bilêv kir ku wexta ji xanî derketine xanî bi dest neketiye û ji mecbûrî di jêrzemîna avahiyekê de mane. Kaya, diyar kir ku kurê wê û bûka wê jî li cem wê dimîne û got: "Em du malbat di jêrzemîna avahiyekê de dimînin. 4 meh in heqê kirêya me nadin. Eger wê xaniyên me çênekin nexwe bila heqê kirêya me bidin. Ji me re gotin wê di nav salekê de xaniyên we yên nû radestî we bikin. Sê sal derbas bûn, lê hîn jî tiştek naxuyê. Ne heqê kirêya me didin ne jî xaniyên me didin me."