Hevseroka HDP'a Alanyayê Dalgiç hat girtin 2019-07-12 18:45:36   ANTALYA - Hevseroka HDP'a Alanyayê Safiye Dalgiç û du rêveberên partiyê hatin girtin.    Hevseroka HDP'a Alanya ya Antalyayê Safiye Dalgiç, rêveberê partiya navçeyê Abdulhekîm Aktaş û rêvebera DBP'a navçeyê Tefra Akçîn ku di 8'ê Tîrmehê de hatibûn binçavkirin, piştî karên li emniyetê sewqî Edliyeya Alanyayê hatin kirin. Dalgiç, Akçîn û Aktaş bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hatin girtin û wan şandin Girtîgeha Tîpa L a Alanyayê.