Derket holê ku Qada Spîndaran aydî Vakfa Pêşxistina ODTU ye 2019-07-12 15:34:03 ENQERE - Derket holê ku Qada darên Spîndarê ya rêveberiya ODTU pêşkêşî KYK’ê kir, aydî Vakfa Pêşxistina ODTU ye. Derket holê ku bi awayekî bê hiqûqî pêşkêşî KYK’ê kirine.    Rêveberiya Zanîngeha Teknîkê ya Rojhilata Navîn (ODTU), bi protokola ji rûpelekê pêk tê ji bo  49 salan bi awayekî bê pere pêşkêşî Yurda Saziyên Yurdên Kredî (KYK) kir. Derket holê ku ev qada darên spîndar ya ji 40 doliman pêk tê, aydî Vakfa Pêşxistina ODTU ye. Piştî saziyên pişeyî û xwendekaran li tapoyê lêkolîn kirin dîtin ku ev qad aydî vakfê ye. Hat dîtin ku qad heta sala 2034'an aydî Vakfa Pêşxistina ODTU ye.    Li gorî Parlamenterê CHP'ê yê Enqereyê Yildirim Kaya agahî dan xwendekarên zanîngeha ODTU, beriya ku Rektorî biryara înşaetê bide KYK'ê lêkolîn kir ku wê çawa zeviyê ji destê Vakfê derxin. Rektoriyê pêvajoya hiqûqî da destpêkirin û ket nava hewldanan ku zeviyê ji destê vakfê derxin. Lê di serlêdanê de bersîva “Beyî destûra vakfê nikarin yurtê ava bikn" stendin.