Piştî êrîşa li dijî notirvanan 9 kes hatin binçavkirin 2019-07-12 15:33:28   ŞIRNEX - Li Cizîrê piştî êrîşa duh a li dijî notirvanan, îro serê sibehê polisan bi ser gelek malan de girt û 9 kesî binçav kirin.    Duh li navçeya Cizîrê ya Şirnexê di saetên berê êvarê de li dijî notirvanên ku bi pêyê dewriye davêtin, bi teqemeniyê êrîş pêk hat. Di êrîşê de 4 notirvan birîndar bûn. Piştî vê yekê îro serê sibehê polisan li Cizîrê bi awayekî hemwaxt bi ser gelek malan de girt û 9 kesî binçav kirin. Navê çend kesên ku hatine binçavkirin û li Miduriyeta Polisan a Cizîrê tên giritn wiha ne; Gokhan Erkûl, Diyar Acet,  Nûrûllah Kûramî, Mûstafa Ekren, Diyar Olmez û Hakîm Eksen.