Beriya Zarrab îtîraf bike Îbrahîm Kalin mikur hat 2017-11-22 14:02:36 ENQERE - Niqaşên der barê doza Zarrab de li Tirkiye berdewam dikin. Berdevkê Serokomar Îbrahîm Kalin, beriya zarab îtîrafa bike li xwe mikur hat û got: "Em neçar bûn bi Îranê re vê bazirganiyê bikin. Me got ku em neçarin rêyên din biceribînin. Wezîrên me û wezîrê me yê aboriyê ket nava vî karî."  Niqaşên der barê doza Reza Sarrab ku têkiliya wî û Serokê Giştî yê AKP'ê Tayyip Erdogan bi hev tê girêdan li Tirkiye berdewam dike. Têkildarî dozê Berdevkê Serokomar Îbrahim Kalin axivî û îdîayên der barê Serrab de piştrast kir. Rojnameya Cumhuriyetê nûçe spart televîzyona France 24 û diyar kir ku Berdevkê Serokomar Îbrahim Kalin gotiye "Em grêdayî enerjiya li derve ne. Dema li ser Îranê biryar hatin girtin em neçar bûn bi Îranê re bazirganiyê bikin. Me got em neçarin bi rêyên cuda pêk bînin. Wezîrê me û Wezîrê Aboriyê tev li vî karî bû.    Kalin, destnîşan kir ku demek dirêj e bi DYA'yê re îtîfaqên wan ên stratejik hene û wiha got: "Lê di çend salên dawî de du pirsgirêkên me yên sereke hene. Yek jê DYA li Sûriye li ser navê têkoşîna bi DEAŞ’ê re alîkariyê dide PYD, YPG’ê. Ya duyemin şebekeya Gulen a li DYA'yê.