Cezayê girankirî dan bavê ku lawê xwe kuşt 2019-07-12 13:51:47   HATAY – Dadgehê cezayê girankirî yê muebetê da Mehmet Alî Yilmaz ê kurê xwe Mertcan Yilmaz kuştibû.    Li navçeya Îskenderûnê ya Hatayê Mehmet Alî Yilmaz kurê xwe yê 6 salî Mertcan Yilmaz kuştibû û îşkence li du zarokên xwe kiribû. Danişîna ewil a doza Yilmaz li 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Hatayê hat dîtin. Bersûc Yilmaz û parêzerên xwe, malbata zarok û parêzerên wan beşdarî danişînê bûn. Danişînê bi tespîta nasnameyê dest pê kir û kurtahiya îdianameyê hat xwendin.    Bersûc Yilmaz îfadeyên xwe yên li emniyet û dozgeriyê dubare kir û îdia kir ku poşman e, ji ber bêsûc e berdan û berata xwe daxwaz kir.    Dozger mutala eşkere kir û xwest bersûc Yilmaz bi boneya lawê xwe bi “lûleya hesin a tozmija ceryanê lêdaye” kuştiye bi cezayê girankirî yê muebetê lê bê birîn.    Heyeta dadgehê jî biryara bersûc Yilmaz lawê xwe kuştiye cezayê girankirî û bi boneya li du zarokên xwe îşkence kiriye jî 12 sal ceza da û bi piraniya dengan biryarê erê kir.