Fermandarê qereqolê ji eskeran re gotiye ‘Çima hûn van nakujin’ 2019-07-12 12:00:30 AMED – Xizmên Mehmet Huseyîn Mercan ê li Licê di encama gulebarana helîkoptêrê de birîndar bû û dema dixwestin wî rakin nexweşxaneyê hatin binçavkirin diyar kirin ku Fermendarê Qereqaolê gotiye “Çima hûn van nakujin, wan sax tînin’ û bertek nîşanî eskeran daye.  Eskeran li gundên Banaderan, Merdinya, Koçeran, Denglava û Tûtê yên girêdayî navçeya Licê ya Amedê di 9’ê tîrmehê de operason dan destpêkirin 3u 2 hezar donim zeviyên çandiniyê bi giştî 4 hezar donim erd dan ber agir. Di operasyonê de eskeran bi helîkoptêran gule li welatiyan reşand. Di gulebaranê de Mehmet Huseyîn Mercan (45) birîndar bû. 3 xizmên Mercan ê wî rakirin nexweşxaneyê ji aliyê eskeran ve hatin binçavkirin.    Dermankirina bavê 4 zarokan Mercan li Fakûlteya Tibê ya Zanîngeha Dîcleyê didome. Heyeta HDP’ê duh çû herêmê û li welatiyan guhdar kir û li herêmê lêkolîn pêk anî.    Şêniyên gund ên ji binçavan hatin berdan tiştên bi serê wan de qewimîne ji Ajansa Mezopotamyayê re vegotin.    HELÎKOPTÊRAN GULE LI SER WAN REŞAND    Ji şêniyên gundê Banaderan Hecî Mehmet Kapan (70) diyar kir ku di 9’ê tîrmehê de dema li nav zeviyên xwe palehiyê dikirin 4 helîkoptêr li ser wan firiyan û ji bo xwe biparêzin bi derdorê ve reviyane. Kapan anî ziman ku di wê kêliyê de helîkoptêran gule li wan barandiye û di gulebaranê de zavê wî Mehmet Huseyîn Mercan (45) bi giran birîndar bû û neviyê wî Mehmet Alî kapan (37) û Kadrî Mercan (22) birîndar bûne û wan rakirine nexweşxaneyê. Kapan got dema diçûn nexweşxaneyê eskeran wan sekinandiye û binçav kirine û di binçavan de eskeran wan li erdê dirêj kiriye û ji wan re gotine “terorîst” û gefên mirinê li wan xwarine.    FERMANDAR GOT ‘ÇIMA WE WAN NEKUŞTIYE’    Kapan diyar kir ku eskeran wan bi qasî nîv saetî li ser rê dirêjkirî hiştiye û pişt re wan derxistine serê girekî û li vir jî wan bi qasî saetekê sekinandine û li erdê dirêj kirine û şûn ve bi helîkoptêrê wan birine qereqolê. Kapan da zanîn ku dema eskeran wan bir qereqolê fermanderê qereqaolê ji eskeran re gotiye “Çima hûn van nakujin, sax tînin vir” û xwe ji eskeran xeyidandiye.    Kapan anî ziman ku li qereqolê 12 saet lêpirsîna wan dewam kiriye û pişt re 119 rûpel girtek amade kirine û bi îdiaya “PKK’yî ne” girtina wan hatiye xwestin û pişt re li qereqolê dozger wan berdaye.    ESKERAN HATINA KOMÊN AGIRKUJIYÊ ASTENG KIRIN    Ji şêniyên gundê Melê Feyzî Yalçin (44) jî destnîşan kir ku piştî li gundê Banaderan helîkoptêran dest bi gulebaranê kiriye şewata zeviyan dest pê kiriye û ew li komên agirkujiyê geriyane lê ji wan re gotine “haya me ji şewatê heye, lê cendirme nahêlin em werin mudaxeleyî şewatê bikin.” Yalçin got li ser vê agahiyê bi derfetên xwe mudaxeleyî şewatê kirine.    ‘MIN BI ÇAVÊ XWE DÎT KU ESKERAN AGIR BERDAYÊ’    Yalçin da zanîn ku eskeran mudaxeleya şewatê bi gulebaranê asteng kirine û got: “Esekeran dest bi gulebaranê kirin. Me xwe vekişand. Pişt re 20-30 esker çûn navê zeviya genim. Min bi çavê xwe dît ku eskeran bi heste agir berda zeviya genim. Pişt re du helîkoptêr hatin. Yek li ser me digeriya û ya din jî li gel eskeran danî. Esker lê siwar bûn û çûn.”    Yalçin diyar kir ku jê 2 hezar donim zeviyê genim bi giştî 4 hezar donim erdên wan şewitîne û bûne xwelî.    600 DONIM GENIMÊ WÎ ŞEWITΠ   Mahmut Kapan (45) ê zeviyê wan şewitî jî da zanîn ku ji bo ew palehiya genimên xwe bikin bîçeran anîne lê genimê wan hatiye şewitandin. Kapan diyar kir ku wî 600 donim genim çandiye û eskeran zeviyê wan hemû şewitandiye.