Wezareta Parastina Milî: Teslîm kirina S-400 dest pê kir 2019-07-12 11:50:55 ENQERE - WezaretaParastina Milî , ragihand ku teslîm kirina pergala parastina hewayî S-400 îro dest pê kiriye.    Wezareta Parastina Mîlî (MSB), diyar kir ku pergala parastina hewayî S-400 a Tirkiyeyê ji Rûsyayê kirî dest pê kiriye û yekemîn parçeyên pergalê veguhastine Enqerê.    Wezareta Parastina Milî di daxuyaniya da de wiha got: "Malzemeyên koma yekemîn ên Pergala Parastina Fuze û Hewayî S-400 ku ji bo pêdiviyên parastina fuze û hewayê yên Tirkiyeyê hat kirîn, di 12'ê Tîrmeha 2019'an de dest bi veguhestina Enqerê  hat kirin."