11 kesên hatibûn binçavkirin hatin berdan 2019-07-12 10:46:07 HATAY - 11 kesên ku di pîrozbahiyên Cejna Evvel Temmûzê de hatibûn binçavkirin, hatin berdan.    Li navçeya Samandag a Hatayê 11 kesên ku di pîrzobahiyên Cejna Evvel Temmûzê de hatibûn binçavkirin, hatin berdan. Kesên hatibûn binçavkirin, piştî îfadeyên xwe yên li Miduriyeta Polisan a Samandagiyê, bi fermana dozgeriyê hatin berdan.    Cejna Evvel Temmûzê ji aliyê Nûsayriyan ve weke cejna bereket û paleyiyê tê pîrozkirin.