Tercîha kesên ku dixwazin piyê xwe hênik bigirin: Yemenî 2019-07-12 10:18:58 DÎLOK - Kesên li Dîlokê dijîn û ji ber hewaya germ dixwazin piyê xwe hênik bigirin, sola yemenî ku bi keda desta ji çermê xwewazayî tê çêkirin, dixin piyê xwe. Sola yemenî ku bîn û xwêdanê asteng dike û pêşiya bizmare û bîrovê digire, li bajêr ji aliyê kêm kesan ve tê çêkirin.    Yek ji bajarên germ ê herêmê Dîlok e. Li Dîlokê mirov ji bo ku piyê xwe ji germ biparêzin û hênik bigirin, sola herêmî ya yemeniyê dikin piyê xwe. Sola yemenî ku bi keda desta ji çermê xwewazayî tê çêkirin, pêşiya bizmare û bîrovê digire û heke bê gora bê bikaranîn, bîn û xwêdan jî nade. Li gel van taybetmendiyên xwe jî sola yemenê weke berê nayê tercîhkirin û piranî bala tûristên ku tên bajar digerin dikişîne. Hostayê çêkirina solên yemenî Firat Dîkîlîtaş (21) diyar kir ku sola yemenî, di hêla tenduristiyê de li gorî solên fabrîkasyon ên bi marqa baştir û erzantir e.    TEMAMÎ XWEZAYÎ YE   Dîkîlîtaş da zanîn ku ji 13 saliya xwe ce bi karê çêkirina yemeniyan re eleqedar dibe û wiha got: "Solên yemenî di mehên havînê de tê tercihkirin. Hemû ji çerm tê çêkirin. Di mehên havînê de heke bê gore bê bikaranîn piyê mirov gelek rehet dike û bîn û xwedan nade. Heke di piyê mirov de cedew û bîrov hebe, divê bê gore bê bikaranîn. Bi vê yekê re cedew û bîrov ji piyê mirov dertê. Ji bo piyan sola herî baş e. Niha piranî turîst eleqe nîşan didin. Cota yemeniyan ji 100 lîreyî dest pê dike heta 170 lîreyî jî tê firotin. Li gorî karkerî û çerm bihayê wan diguhere. Yemenî soleke xwezayî ye. Bi tu awayî têde madeyên kîmyasal nayên bikaranîn. Tenê saya yemeniyê bi makîneya dirûtinê tê dirûtin. Ji bilî vê hemû tiştên wê bi keda destan tên çêkirin. Çêkirina wê gelek zehmet e û mirov diwestîne."    'DIVÊ ÇERMÊ YEMENIYÊ PARÇEYEK BE'   Di berdewamê de Dîkîlîtaş destnîşan kir ku karê çêkirina yemeniyê weke saya, qalib, dirûtin û jêkirinê ji çar beşan pêk tê û wiha pêde çû: "Beşa herî zor beşa dirûtinê ye. Divê yemenî ji parçeyek çerm bê çêkirin. Niha hinek hosta yemeniyê bi heve dirûtina çend parçe çerm jî çêdikin. Lê ev yemenî ne baş in. Divê koseleya yemeniyê santîmkî be. Dîsa divê rengê betanê hundir ê yemeniyê jî weke rengê derve be. Heke cuda be ew çermê nebaş e. Hin hosta jî ji bo erzaniyê dirûtina kêlekên yemeniyê bi makîneyê çêdikin. Lê bi eslê yemeniyê xera dikin."   Dîkîlîtaş gazina ku berdêla keda xwe nagirin kir û ev tişt anî ziman: "Ji sedî 80'yê hilberandina me diçe derveyî welat. Em ji welatên mîna Amerîka, Çîn, Japonyayê re yemeniyan dişînin. Ez bixwe jî mehên havînê yemeniyê dikim piyê xwe. Em li vir bi 100 lîreyî difiroşin. Lê bi 190 lîreyî difiroşin derveyî welat. Em bi tevahî 30 dolarî difiroşin derveyî welat. Ew ji me bêtir kar dikin."   YEMENÎ   Jêderka hunera destan a yemeniyê ku niha bi bîrkirinê re rû bi rû ye xwe digihîne Yemenê. Sola yemenî ji aliyê kesekî bi navê Yemen-î Ekber ve hatiye hilberandin û ji ber vê yekê jê solê re yemenî tê gotin. Di çêkirina yemeniyan de çermê 5 sewalan tê bikaranîn. Yemenî ji Yemenê ber bi Anatoliyayê ve belav bûye. Bi taybetî jî heta Dîlok, Mereş, Amed, Antakya û Edeneyê hatiye. Îro tenê li Dîlok û Mereşê çêkirina yemeniyan bi kêm kesan tê domandin.