Rojnameger Hacioglu: Ji bo cîhanek xweştir emê bêtir têbikoşin 2019-07-12 10:13:39 STENBOL – Rojnameger Reyhan Hacioglu ya di 29'ê hezîranê de serbest hat berdan, diyar kir ku ji bo pêşerojek xweş û cîhanek xweşik berpirsiyarek mezin dikeve ser milê çapemeniyê û wiha got: "Her ku em civakê zane û ronî bikin emê bêtir rê li pêşiya azadiya ramanê vekin."  Rojnameger û editora Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî di 29'ê Hezîranê de di danişîna 5'emîn de serbest hat berdan. Heyeta dadgehê ligel Hacioglu li 14 xebatkaran bi giştî 14 sal û 4 meh ceza birî. Li Reyhan Hacioglu jî 4 sal ceza birî û serbest berda. Reyhan Hacioglu piştî 15 mlehan girtî ma û hat berdan sedema binçavkirin, girtin û zextên li ser rojnameyê axivî. Reyhan Hacioglu diyar kir ku di pêvajoya ku îktîdarê êrîşî Efrînê kir, ji bo êrîşa xwe rewa bike kesên li dijî êrîşê nerînên xwe parve kirin hatin girtin û wiha got: "Ji bo çapemeniyê bike bin kontrolê û di civakê de nêrînê ava bike berê xwe daye rojnamegeran. Operasyona desthilatdariyê da destpêkirin darazê berdewam kir. Lê taybetiyeke ku heqîqet rojekê derkeve holê heye. Me jî hêza xwe ji berpirsyariya li hember gel û rastiyan girt.”   Reyhan Hacioglu anî ziman ku wan hewl daye parastina xwe û tiştên li girtîgehê jiyane, vebêjin lê hatine bêdengkirin û wiha got: “Operasyona bi destê desthilatdariyê hatiye destpêkirin bi darazê hat berdewamkirin. Hêrsek wisa bû ku li girtîgehê rojnameyên ku nûçeyên pêvajoya şerê Efrînê têde hebûn hatin komkirin. Di civakê de wil psîkolojiya şer hat jiyankirin. Piştre jî hewl dan bidin bêdengkirin. Tirkiye jî veguheriye girtîgeheke vekirî. Di siyaseta Tirkiyeyê de li derve çi dihat jiyîn li hundir jî heman tişt dihat jiyîn. Ji ber parvekirinên di çapemeniya civakî de mirov dihatin girtin. Xwendina rojnameyê jî hatibû rewşa wêrektiyê. Xwestin li ser civaka Tirkiyeyê împaratoriya tirsê biafirînin. Ji ber vê yên hundir zêdetir bi hêz û bawerî bûn. Her tim wisa bû. Em her tim bi hêvî bûn. Bi girtinan xwest êrîşa li dijî Efrînê rewa bike. Girtina me jî encama vê polîtîkayê bû. Hemu rastiyên di serdema Kobanê de ji civakê veşartin. Xwestin di serdema Efrînê de jî rastiyan ji civakê veşêrin. Ji ber ku me ev rastî anîn ziman em bûn hedef. Ev operaısyonek siyasî bû."    Hacioglu da zanin ku dema bi ser mala wan de girtin zextên derûnî li wan kirin û wekî ku rojname qedexe be nêzîk bûn û wiha berdewam kir: "Em xebatkarê rojnameyê bûn û bi awayekî xwezayî ew rojname li mala he hebû. Dîsa ji ber em rojnameger bûn maskeyên gazê jî li mala me hebûn. Di îdîanameyê de rojnameya li mala meû maskeyên gazê wekî delîl  nîşan dan.    BERÊ BIRYARA GIRTINÊ DABÛN   Hacioglu, destnîşan kir ku berî derkevin dozgeriyê der barê wan de biryara girtinê hatubû dayîn û sewqkirina wan a dozgeriyê formalîte bû. Dema em hatin girtin di ketina girtîgehê de em rastî lêgerîna tazî hatin. Em şevekê di hucreyê de hiştin. Bi israr xwestin me wekî "Endamê rêxistinê" û "endamê rêxistina çekdarî" nişan dan. Em 3 jin hatibûn girtin. Me xwest di heman kawîşê de bimînin. lê destûr nedan. Em her yek avêtin kawîşekê.    BIYANIYAN JÎ DIGIRIN   Hacioglu, bal kişand pitika ku li gel wan girtî û wiha berdewam kir: "Ji bo girtinê hewce bi welatîbûna Tirkiyeyê tunebû. Di pêvajoya dawî de pitikeke me ya 6 mehî hebû. Me ji re digot ‘pitika berxwedanê’. Mehek beriya berxwedana Leyla Guven hatibû dinê. li Ewropayê bi dayika xwe re çalakî dişopandin. Tên Tirkiyeyê betlanê li balafirgehê tê binçavkirin û piştre tê girtin. Niha di girtîgehê de ne. Pergaleke ku ji pitikan jî ditirsin heye. Mirovên 60-70 salî yên ji ber çûne Newrozê hatine girtin hene. Em ji ber nûçeyên hatine çêkirin hatin girtin.”   'NÛÇEYÊN ME RASTÎ VEDIGOTIN'    Hacioglu, bibîr xist ku binpêkirinên mafan yên cidî hene û di mijara ragîhandinê jî pirsgirêkên mezin tên jiyîn û got: “Ji heman rojê Mehmet Alî Çelebî nameyek nivîsî û min 6 meh şûnde nameya wî girt. Di nameyê de gotibû şaşiyek heye û wê çed meh şûnde wê bên berdan. Ya rast jî ew bû. Bi delîl û naveroka dosyayê divê em çend hefteyan bimana. Ji ber nûçeyên ku hemû rastî vedigotin bûn. Xwezî tiştên wisa nebûna me jî rastî nenivîsiya. Operasyona desthilatdariyê da destpêkirin darazê berdewam kir. Lê taybetiyeke ku heqîqet rojekê derkeve holê heye. Me jî hêza xwe ji berpirsyariya li hember gel û rastiyan girt.”   GIRTIYÊN EDLÎ LI ME SOR DIKIRIN     Hacioglu, bal kişand ser provokasyonên girtîgehê û wiha pêde çû. "Girtiyên edlî li me sor dikirin û êrîşî ser me dikirin. Hewl didan provoke bikin. Nameyên me 6 meh şûnde didan me. Di serdema greva birçîbûnê de lazimiyên me yên karbonat, xwê, şekir û lîmon nedidan me. Dema me çalakî bi dawî kir bijîşk nehat dîtina me. Hemû qalalên ragihandinê li me hatibûn girtin. Dema hevalên me ji ser xwe çûn jî bijîşk nehatin kontrolê. Gelek hevalên me yên pirsgirêkên mezin ên tenduristiyê dijîn hene. Binpêkirina mafan piştî çalakiya grevê bêtir zêde kirin. Binpêkirina mafan didone    ÇAPEMENIYA AZAD BI BEDELAN HATIYE ÎRO   Hacioglu herî dawî destnîşan kir ku çapemeniya azad bi bedelên giran hatiye îro û wiha bi dawî kir: "Ez hebim jî tune bim jî ev têkoşîn wê bidome. Dema em nûçe çê dikin em nabêjin emê çiqas zerar bibînn. Em bêtir ne li gorî şexsî, li gorî pêdiviyên civakî nûçeyan çê dikin. Ger ku em ji cîhanek ku bê guhertin û xweşik bibe bawer dikin wê demê divê em xebatkarên çapemeniyê berpirsiyariyek mezintir bidin ser milê xwe. Divê em bêtir xwe bi rêxistin bikin. Divê bêtir em têbikoşin. Ji ber ku em çiqas çivakê zane û ronî bikin ew qas dê bêtir pêşiya azadiya raman û îfadeyê bê vekirin."      MA / Sadiye Eser - Ferhat Çelik