Vegeriyan gundê xwe lê... 2019-07-12 09:15:40 COLEMÊRG – Gundiyên piştî gundên wan hatin valakirin li bajaran bi cih bûn û di salên dawî de vegeriyan gundên xwe, ji ber erda ku şorax bûye û ji ber qedexeyan bi zor û zehmtiyan re rû bi rû ne.   Li herêmê ji ber qedexekirina mêrg û zozanan, ji ber operasyonên leşkerî û ji ber bihabûna ka, gubre û berên çandiniyê jiyana gundiyan serobino bûye. Li herêma Lêwin a Colemêrgê yek ji gundê ku nesîbê xwe ji van pêkanînê dewletê girtiye gundê Bêtkarê ye. Berê li vî gundî gundiyan bi çandinî û sewalvaniyê debara xwe dikir. Lê belê piştî di salên 90'î de gund hatin valakirin gundiyan ji mecbûrî berê xwe da bajaran. Lê belê piştî bi awayekî qismî qedexe rabûn hin gundî vegeriyan gund. Lê belê vê carê jî di dest gundiyan de ne heywan ne jî erdekî ku bajonên heye. Hin gundî ji bo debara xwe bikin pincaran berhev dikin û difiroşin.    VEGERIYAN LÊ...   Şemsê û Vahît Engîn ku mala wan li navenda Colemêrgê ye, di biharê de tên gundê xwe û erdê di dest wan de maye dajon. Bav Vahît Engîn, got: "Berê li gundê me serê malê herî kêm du ga hebûn. Li zozanên Mêser Zerê, Warê Kurê û Navgiriyê bi sedan donim erdê me hebûn. Me hemû dajot. Li vira me genim, ceh, birinc, nok û fasûle diçandin. Tenê em ji bo şekir û çay diçûn bajêr. Her wiha heywanên me jî pri bûn. Lê pitşî gund hatin valakirin tiştek di dest me de nema."   Dayik Şemsê Engîn jî, diyar kir ku ew pezên xelkê didoşe û got: "Niha tenê çêlekek me heye. Heta payîzê bi 2-3 hezaran bêrîvaniyê dikim. Berê me her tişt li gund diçand. Rewşa me pir baş bû. Lê niha erd hişk bûye û derfet jî tune ne. Her tişt pir biha bûye. Tu derameteke me tune ye, em nizanin em ê çi bikin."    ‘BI PINCARÊ DEBARA XWE DIKE'    Hazem Engîn a 71 salî jî, bilêv kir ku ew li çiyê nahne û catiriyê berhev dike û difiroşe. Engîn, anî ziman ku berê wan li gund her tişt diçand û debara xwe dikirin, lê belê niha her der hişk bûye û nikarin debara xwe bikin. Engîn, diyar kir ku ji pincarên berhev dike û difiroşe ancax 20 lîre ji wê re dimîne û bal kişand ser bihabûna fiyetên her tiştî.    BI BÊRÎVANTIYÊ DEBARA XWE DIKE    Şemsê Koç jî, diyar kir ku di nav rojê de pez didoşe û paşê li derdora gund pelên mêweyan berhev dike û ji pelên berhev dike hinekî ji bo xwarinê hiltîne û yên mayî jî difiroşe. Koç, got: "Em ji bajêr hatin gund, lê belê di dest me de tenê çend heywan hene. Her tişt biha bûye." Porê Koç jî, destnîşan kir ku çend pezên wan hene bi wan û pincarên berhev dike debara xwe dikin û bal kişand ser bihabûna fiyetan û zemên tên kirin.    MA / Hamza Gunduz