Rojnamevan Huseyîn Aykol birin girtîgehê 2019-07-11 18:06:34   ENQERE - Rojnamevan Huseyîn Aykol, piştî cezayê lê hatibû birîn hat pesendkirin hat girtin û wî birin Girtîgeha Jimare 2'yan a Tîpa F a Sîncanê.    Li Enqereyê, îro danê nîvro polîsan avêt ser mala rojnamevan-nivîskar Huseyîn Aykol û ew binçav kirin. Piştî karên li edliyeyê Aykol birin Girtîgeha Jimare 2'yan a Tîpa F a Sîncanê.    Aykol, dema Derhênerê Weşana Giştî yê Rojnameya Ozgur Gundemê bû ku bi KHK'ê hat girtin, bi îdiaya "propagandaya rêxistinê" 3 sal û 9 meh ceza lê hatibû birîn. Piştî cezayê la hat birîn hat pesendkirin hat girtin.