Doza qeymeqam Safiturk ji nûve hat dîtin 2019-07-11 16:12:16 DÎLOK – Danişîna doza qeyûmê Şaredariya Dêrikê Muhammet Safîturk ku hat kuştin li Dadgeha Îstînafê ya Dîlokê ji nûve hat dîtin û dadgehê li bersûc û parêzeran guhdar kir.    Qeyûmê Şaredariya Dêrikê Muhammet Safiturk di 10’ê mijdara 2016’an de die encama êrîşek bombeyî de jiyana xwe ji dest da. Têkildarî kuştina wî doz hatibû vekirin Dadgeha Mêrdînê derbarê 15 kesan de biryar dabû. Dadgeha Îstînafê ya Dîlokê biryara derbarê 8 bersûcan de xera kir û doz ji nûve li Dadgeha Îstînafa Dîlokê hat dîtin. Bersûc Devran Aslan, Fîkret Bagi, Mehmet Denîz, Tahsîn Erdaş, Vedat Erol, Zînet Erdaş, Zuhal Dalçîn, parêzerên wan, parêzerê muştekî, malbata Safiturk, Waliyê Dîlokê Davut Gul danişînê şopadnin. Nehiştin malbatên bersûcan û rojnameger dozê bişopînin. Tenê destûra nûçegihanê Ajansa Anadoluyê dan ku dozê bişopîne.    ‘MIN BI ZEXTAN ÎFADE DA’    Devran Aslan ê tê darizandin îfadeyên daye Dadgeha Mêrdînê dubare kir. Aslan da zanîn ku 5 sal in tedawiya derûniyê dibîne û di bin zextan de îfade daye û sûcdariya li ser xwe qebûl nake.    Bersûc Zuhal Dalçîn jî tewanbariyê qebûl nekir û got tu eleqa wê bi bûyerê re nîne. Bersûc Mehmet Denîz jî got tu sûcî wî nîne û berata xwe xwest.    ‘POLÎS BOMBEYÊ BI CIH KIR’    Bersûc Tahsîn Erdaş jî da zanîn ku Mustafa Hakan Kutlay ê di bin navê FETO de ji wezîfeyê hat girtin bombeyê xistiye odeya qeymeqam.    Piştî parastinan parêzerê muştekî Onder Balci axivî û xwest beyanên polîs Mustafa Hakan Kutlay bên girtin, Tahsîn Erdaş bê girtin û bersûcên hatine beratkirin jî bên cezakirin.    Piştî navberê dozger bi hêceta li gorî rewşa delîlên heyî daxwaza girtina bersûcan red kir û daxwaza kesên derbarê wan de doz nehatiye vekirin ku giliyê wan bê kirin jî red kir.    Heyeta dadgehê ya daxwaz û mutalaya dozger nirxand û ji bo hin îfade bên girtin û hin kesên beşdarî dozê nebûne û di danişînek din de amade bibin danişînê taloqî 21’ê mijdarê kir.