Bavê ku bi destûr ji girtîgehê derket kurê xwe ji dayika wî revand! 2019-07-11 16:03:42 STENBOL - Dîgdem Şenol angaşt kir ku hevjînê wê yê berê Çagri Çapraz kurê wê Ozgur Botan Çapraz jê revandiye û diyar kir ku ew ji jiyana kurê xwe bi guman e.   Dîgdem Şenol li Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) civîneke çapameniyê li dar xistin û angaşt kir ku hevjînê wê yê berê Çagri Çapraz kurê wê Ozgur Botan Çapraz (10) jê revandiye. Şenol diyar kir ku di 13'ê Çileya 2015'an de wê û hevjînê wê dev ji hev berdane û wiha got: "Li gorî biryara berdana me weliyeta kurê min Ozgur Botan Çapraz li cem min e. Ji ber firotina hişbirê demeke dirêj e hevjînê min li Girtîgeha Vekirî ya Wanê girtî ye. Li gorî biryara dadgehê mafê hevjînê min heye ku ji 10 rojan carekê kurê me bibîne. Di meha Hezîranê de ji min re got ku ji girtîgehê destûr girtiye û xwest ku di vê demê de kurê me bibe cem xwe."   'BI NEBIHÎSTINA DENGÊ KURÊ MIN GEF LI MIN XWAR'   Di berdewamê de destnîşan kir ku destûr daye ku Çapraz kurê wan bibîne û wiha pêde çû: "Dayika hevjînê min ê berê Mufîde Çapraz û kurê meta wî Yaşar Kanbaz di 12'ê Hezîranê de li Hadimkoyê kurê min ji min girtin. Diviya ku di nav 10 rojan de kurê min careke din bidana min. Lê ji ber ku demeke dirêj bû nedît bû min 15 roj destûr da. Piştî 15 rojan dema ku ji bo girtina kurê xwe geriyam bersiv neda min. Min jî bi peyamê kurê xwe xwest. Bi rêya medya civakî ji min ragihand ku kurê me revandiye derveyî welat û dê ez ê careke din nikaribim ew bibînim. Gefa ku ez ê êdî dengê kurê xwe careke nebihîzim li min xwar."      ‘EZ TENDURISTÎ Û JIYANA KURÊ XWE BI GUMAN IM'   Şenol anî ziman ku ew ji tenduristî û jiyana kurê xwe guman dike û ev tişt gotin: "Herê dawî dema ku bi kurê xwe re axivîm, ji min re got ku li devereke weke gund e, birçî ye û dixwaze êdî were malê. Ez nizanim kurê min li kur e. Ji ber ku niha firar e, girtîgehê derbarê Çagri Çapraz de lêpirsîn daye destpêkirin. Nexweşiya xwîna kêm bi kurê min re heye. Tedawî û dermanên ku divê her tim bixwe yên kurê min hene. Ez bang li rayedaran dikim ku demek zûtir kurê min bibînin û ji min re binîn."