Rojnameger Huseyîn Aykol hat binçavkirin 2019-07-11 13:09:46 NQERE - Rojnameger Huseyîn Aykol di saetên nîvro de li mala xwe hat binçavkirin. Aykol ê Gerînendeya Weşana Giştî ya Rojnameya Ozgur Gundem ku hat girtin kir, 3 sal û 9 meh cezayê girtîgehê lê hatibû birîn.   Hevgerînendeyê Giştî yê Weşana Rojnameya Ozgur Gundem a hat girtin Huseyîn Aykol, li mala xwe ya li Enqerê di saetên nîvro de hat binçavkirin. Aykol ê bi hinceta “Propagandeya rêxistinê kirin” 3 salî û 9 meh cezayê girtîgehê lê hatibû birîn, birin Edliya Rojava ya Sîncanê. Li bendê ye ku dadgeh cezayê Aykol li rûyê wî bixwînê û wî bişîne Girtîgeha Tîpa F a Sîncanê.    Aykol, dema ku kovara Toplûmsal Dîrîlîş ku yek ji waşanên destpêkê yên Çapemeniya Azade derket di girtîgehê de bû. Piştî ku Aykul ji girtîgehê derket, di salên 90’î de, di avakirina rojnameya Halk Gerçegî ya heftane de cih girt û dûre di rojnameyên Ozgur Ulke,  Ozgur Gundem, Ozgurlukçu Demokrasî û Yenî Yaşamê de xebatên xwe yên rojnamegeriyê bê navber berdewam dikir.  Aykol xwedî tecrûber û  danehevek weşangerî û rojnamegertiyê ya 45 salane.    DERBARÊ WÎ DE 63 DOZ HATINE VEKIRIN    rojnameger Huseyîn Aykol ê 63 doz derbarê wî de hatine vekirin, hin dozên wî jî li dadgehên îstînafê dewam dikin.