HDP dest bi seferberiya gelek mijaran dike 2019-07-11 10:58:29 ENQERE – HDP ji bo “Destûra Bingehîn a Demokratîk” li gelek deverên Tirkiyeyê bi rêxistinên civaka sivîl, komên baweriyê û rêxistinên jinan re bê gel hev dest bi xebatan kir.    Rêveberiya Desteya Navendî û Meclîsa Partiyê yên Partiya Demorkatîk a Gelan (HDP) duh li Navenda Giştî ya partiyê bi serokatiya Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî civîn li dar xist û di vêcivînê de gelek mijar hatin nîqaşkirin. Di civînê de biryara xebata “Destûra Bingehîn a Demokratîk” jî hat girtin. HDP’ê “Seferberiya Rêxistinê” û “Destûra Bingehîn a Demokratîk”, talankirina darên li ODTU’yê û talankirina li Heskîfê û her wiha pirsgirêkên li girtîgehan zêde dibin nîqaş kir.    DESTÛRA BINGEHÎN A DEMOKRATÎK    Ji bo xebata Destûra Bingehîn a Demokratîk Wekîlê Serokê Meclîsê yê HDP’ê Mîthat Sîncar dê bibe pêşeng. Komek di pêşengiya Sancar de ji bo destûra bingehîn hatiye avakirin û biryar hat girtin ku xebatên xwe leztir bikin. Xebata “Destûra Bingehîn a Demokratîk” dê bi hemû beşên civakê ku ji rêxistinên civakî yên sivîl, komên baweriyan û netwan, rêxistinên jinan û gelek aliyên din pêk tê hevdîtin bên kirin û dixwazin civakê jî bixin nava nîqaşa vê xebatê. Di civînê de biryara vê xebatê hat girtin.    PARLAMENTERÊN HDP’Ê DIÇIN HESKÎFÊ    Yek ji mijarên bingehîn a di rojeva HDP’ê de ye jî talankirina ekolojîk e. Li ser vê mijarê nîqaşên berfireh hatin kirin. Di şexsê Heskîfê de hemû talankirina cihên dîrokî, avî û xwezayê hat nîqaşkirin. HDP dixwaze li dijî van talankirina helwesta xwe bigire û xeta têkoşîna li dijî vê yekê xêz bike. Di vî warî de jî HDP’ê biryara ji bo rawestandina talankirina ekolojiyê re jî biryar girt. Helwesta HDP’ê dê ewil ji bo Heskîfê ya dixwazin di bin avê de bihêlin dest pê bike. Parlamenterên HDP’ê ji bo Heskîf di bin avê de nemîne û daxwazên xwe bînin ziman dê di 13’ê tîrmehê de li Heskîfê kom bibin.    JI BO GIRTÎGEHAN SEFRBERΠ   Di civînê de nîqaşên pakêta darazê ya nû jî hat nîqaşkirin. HDP’iyan zext, şidet, îşkence û binpêkirina mafan ên li girtîgehan jî kir rojeva xwe û ji bo li dijî binpêkirina mafan têkoşîn bê birêvebirin biryar hat girtin. Wê HDP ji bo pirsgirêkên li girtîgehan destekê bide saziyên mafên mirovan û înîsiyatîfên hepsan û wê di vî warî de seferberiyek bide destpêkirin.    DÊ SEFERBERIYA RÊXISTINBÛYÎNÊ DEWAM BIKIN    Her wiha di civîna HDP’ê de mijarên mîna “Seferberiya Rêxistinbûyînê”, civînên nû yên herêman, komxebat û xebata perwerdehiyê jî derketin pêş û biryar hat girtin divê ev xebat jî bên birêvebirin.    MA / Bêrîvan Altan