Li Licê zeviyên çandîniyê bûn xwelî 2019-07-11 10:29:36 AMED -  Operasyona ku 3 rojên li gundê Licê hatiye destpêkirin, didome û zeviyên çandiniyê yên ku ji aliyê leşkeran ve hatin şewitandin bûn xwelî.    Operasyona ku beriya 3 rojan li gundên Banaderan, Denglava, Merdinya û Tûtê hatibû destpêkirin, didome. Di çarçoveya operasyonê de duh ji helîkopteran gule li ser gundiyên ku li nav zeviyên xwe dixibitîn hatibûn barandin û gundiyekî birîndar bûbû. Duh hatibû angaştkirin ku kesê birîndar bûye navê wî Onûr Vûral e. Lê derket holê ku navê kesê birîndar bûye Mehmet Huseyîn Mercan e. Hat hînbûn ku Mercan li Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê tê tedawîkirin.    ZEVIYÊN GENIMAN ŞEWITANDIN   Her wiha di çarçoveya operasyonê de hat angaştkirin ku 2 HPG'iyan jî jiyana xwe ji dest daye û li gundên Merdinya, Denglava û Tûtê leşkeran agir berdaye zeviyên geniman. Li gundê Tûtê Mehmet Kapan û kurê xwe Mehmet Alî Kapan dema ku xwestibûn agir vemirînin ji aliyê leşkeran ve hatibûn binçavkirin. Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên herêmê hatin wergirtin beşek leşker ji devera operasyonê vekişiyane. Lê li gel vê yekê jî dorpêça li ser herêmê didome. Di wêne û dîmenên hatine kişandin de xuya dibe ku ziviyên çandiniyê bûne xwelî.