Wezîrê berê Gunay: Pêwistî bi lihevkirinên mezin heye 2019-07-11 10:16:23 STENBOL - Wezîrê berê yê Turîzm û Çandê Ertûgrûl Gunay têkildarî parçebûna AKP'ê ev tişt got: "Bêguman her kesekê ku ji AKP'ê vediqete, bandorekî neyînî lê AKP'ê dike. Lê ji bo girtina encameke baş ne tenê kesên ku ji AKP'ê vediqetin, pêwistî bi lihevkirinên mezin heye."   Nîqaşin navxweyî yên AKP'ê piştî Hilbijartina Stenbolê ku bi biryara Lijneya Bilind a Hilbijartinê (YSK) hat dubarekirin, zêde bûn. Damezrînerê AKP'ê Alî Babacan ji AKP'ê îstifa kir û nîşaneyên avakirina partiyeke nû da. Wezîrê berê yê Turîzm û Çandê Ertûgrûl Gunay ku biş salan di nav AKP'ê de siyaset kir, nîqaşên navxweyî yên AKP'ê, hewldanên partiyeke nû û polîtîkayên HDP'ê nirxand. Gunay diyar kir ku demeke dirêje di nav AKP'ê de nerihetiyek heye û wiha got: "Kesên xwedî wijdan ku ku soz û pensîbên damezrandina partiyê ji bîr nekirine, ji rewşa heyî ya AKP'ê acizin. rewşa welat jî li holê ye. Xwederbûna derve ya vê aciziyê xwezayî ye. Bêguman her kesekê ku ji AKP'ê vediqete, bandorekî neyînî lê AKP'ê dike. Lê ji bo girtina encameke baş ne tenê kesên ku ji AKP'ê vediqetin, pêwistî bi lihevkirinên mezin heye."   'RAYA GIŞTÎ YA KURD BEŞA HERÎ POLÎTÎK E'   Gunay nêzikbûna hilbijêrên kurd a Hilbijartina Stenbolê jî nirxand û ev tişt got: "Raya giştî ya kurd beşa herî polîtîk a Tirkiyeyê ye. Asta wan zanebûna siyasî li gorî gelek beşên civakê zûtir bi pêş dikeve. Bi jiyandinê dibînin ku her tişt çawa rûdinê. Desthilat jî muxalefet jî divê ji bîr nekin ku kurd ji bo demokrasiyê hêza heri bi bandor in. Divê partî dev ji nêçîra denggirtina ya ji hilbijartinê heta hilbijartinê berdin û ji bo pêkanîna demokrasiyê polîtîkayên wekhev û piranîparêziyê bimeşînin." Gunay têkildarî siyaseta xeta sêyemîn a HDP'ê jî ev tişt anî ziman: "Ez di serî de girîngiyê didime HDP'ê û HDP ji bo Tirkiyeyê hêvî ye. Li mixabin demeke dirêj e qîmeta derfetên diyaloga demokratîk nayê zanîn. Hêvî dikim ku dev ji koriyê bê berdan."   MA / Yasîn Kobûlan