'Wê li Qereyaziyê deng û rengê jinê kêm nebe' 2019-07-11 09:01:42 WAN - Hevşaredarên Qereyaziyê Melîke Goksû û Bûrhanettîn Şahîn, gotin qeyûm ne ji bo gel ji bo saziyên dewletê xebitîne. Her wiha hevşaredaran behsa projeyên xwe yên dê pêk bînin jî kirin û gotin: "Wê reng, deng û tilîliyên jinan ji navçeyê kêm nebe."    Hevşaredarên Qereyaziyê Melîke Goksû û Bûrhanettîn Şahîn ku di hilbijartina 31'ê Adarê 61 ji sedî deng girtin û şaredarî ji qeyûm stendin behsa xebatên xwe yên dê bikin kirin.    'QEYÛM TU TIŞT JÎ NEKIRIYE'    Hevşaredar Melîke Goksû, bilêv kir ku qeyûm li Qereyaziyê bi polîtîkayeke cihêkariyê tev geriyaye û got: "Tenê bala xwe daye ser tax û gundên ku dengê xwe didin AKP'ê. Mesela, li gundekî çend deng ji AKP'ê re çûbin li gor wê rêjeyê xizmet kiriye. Ev jî li bajêr bûye sedema cihêkariyeke mezin. Di 3 salên qeyûm de dorpêçeke mezin li Qereyaziyê hebû. Qeyûm ne ji bo gel, ji bo saziyên dewletê xebitiye. Qereyazî, 75 sal in şaredarî ye. Lê heta niha xebateke cidî nehatiye kirin. Jixwe DBP'ê tenê du salan şaredarî bi rê ve bir. Projeyên di dema DBP'ê de hatin amadekirin hema bêje qeyûm hemûyan betal kir. Heta niha di warê tenduristî, ahwirdor, civakiyî û perwerdehiyê de ji bo Qereyaziyê tiştekî berbiçav nehatiye kirin."    Goksû, destnîşan kir ku ji bo gelê Qereyaziyê ew ê bênavber bixebitin û ew ê ji bo ciwan û jinan baş bixebitin. Goksû, bilêv kir ku niha di warê av, qenelîzasyon, park û baxçeyan de pirsgirêkên navçeyê hene û wan ji bo van pirsgirêkan zend û bend badane û got: "Li Qereyaziyê, hîmên civaka feodal têkûz in. Ji bo em vê yekê bişikînin em ê ji bo jinan navendeke çandê vebikin. Wê li wir deng, reng û tilîliyên jinan kêm nebin. Wê li Qereyaziyê ji bo jin karibin hilberînin wê hin qad bên avakirin."    'EM Ê BAZARA JINAN AVA BIKIN'    Hevşaredar Bûrhanettîn Şahîn jî got: "Qereyazî bi sewalvanî û çandiniyê debara xwe dike. Em ê di vî warî de hin projeyan pêk bînin. Di civîna me ya ewil a bi gelê Qereyaziyê de hat xwestin ku xeracek û otoparkeke bê çêkirin. Me jî projeyên xwe yên di vî warî de amade kirin û em ê meha bê dest pê bikin. Wê 40 ji sedê vê bazara gel a ku em ê çêbikin wê aîdî jina be ku jin karibin tiştên hildiberînin lê bifiroşin. Ji ber Qereyazî bi sewalvaniyê debara xwe dike wê jin karibin berên xwe yên şîrî li vira dîzayn bikin."