ROJEVA 11'Ê TÎRMEHA 2019'AN 2019-07-11 09:00:20   * Parlementerê HDP'ê yê Wanê Tayîp Temel, bilêv kir ku HDP cihê kesên ku ne mecbûrî du blokên heyî bixwe ye û got: "HDP, bang dike ku li ser esasên rêya sêyem çareserkirina pirsgirêkan bi rêbaza aştî û diyalogê pêkan e."    * Hevşaredarên Qereyaziyê Melîke Goksû û Bûrhanettîn Şahîn, gotin qeyûm ne ji bo gel ji bo saziyên dewletê xebitîne. Her wiha hevşaredaran behsa projeyên xwe yên dê pêk bînin jî kirin û gotin: "Wê reng, deng û tilîliyên jinan ji navçeyê kêm nebe."    * Malaz Hamşo yê ji Îdlibê koçî Dîlokê kir, bi resmên xêz dike hesreta xwe ya ji bo welat ditebitîne.    * Serokê Yekîtiya Hilberînerên Hêkan a Dîlokê Kenan Ûygûr, diyar kir ku piştî Hikûmeta Iraqê îthalata hêkan daye sekinandin hêkên di dest wan de mane bi zirarê difiroşin û got: "Ev yek ji ber têkiliyên siyasî yên di navbera Hikûmeta Iraqê û Tirkiyeyê de û lihevnekirinên bi Herêma Iraqa Bakur wiha bû."    * Leyla Guven, bilêv kir ku wexta li Meclîsê sond xwariye Dayikên Aştiyê, Dayikên Şemiyê, dayikên kitanspî û hemû jin hatine ber çavên wê û ji bo pêvajoya bê jî got, ew ê ji bo jiyaneke demokratîk li her qadê bixebitin.    * Li Amedê 90 sal in malbateke ermenî bi tena serê xwe Goristana Qedîm a Ermen-Suryaniyan ji defînegeran diparêze.    * Bi pêşengiya Şaredaredariya Bajarê Mezin a Amedê, Akademiya Sînemayê ay Rojhilata Navîn û Akademiya Sînemayê ya Mezopotamyayê Rojên Fîlmên Gerok Yên Jina dest pê dike. Wê rojên fîlma di 13'ê Tîrmehê de dest pê bike û heta 19'ê Tîrmehê dewam bike. Wê li 14 navçeyan fîlm bên nîşandan.    * Rojda Amaç çû hevdîtina hevjînê xwe Sînan Amaç ê li Girtîgeha Xarpêtê girtî ye û got di hefteyek dawî de zext zêde bûne û gardiyan bi ser qawîşan de digirin li girtiyan şidetê dikin û yên li dijî zextan derdikevin jî diavêjin hucreyan.    * Gundê Kilît ê girêdayî Stewrê yek ji gundê Sûryaniyan e. Li vî gundî dêrên ku ji sê mezhebên Xirîstiyaniyê re malovaniyê dikin hene. Gundê Kilîtê dîsa li benda şênkirinê ye.