Guven: Niha derî li ser kêlekê ye, ji niha û pê ve girêdayî hewldana me ye 2019-07-10 19:14:47   Rojane:::Manşet ENQERE - Leyla Guven ku piştî li Meclîsê sond xwar çû Navenda Giştî ya HDP'ê, got: "Belê, niha derî li ser kêlekê ye. Ji niha û pêve girêdayî hewldana me ye."    Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku ji bo tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe dest bi greva birçîbûnê kiribû û 200 rojî di greva birçîbûnê de mabû, piştî tedawî bû çû Meclîsê û sond xwar. Guven, piştî sondxwarinê çû Navenda Giştî ya HDP'ê. Li navenda partiyê bi çepik û tilîliyan hat pêşwazîkirin.    Guven, baal kişand ser hewldana di dema greva birçîbûnêd e derket holê û xwedîderketina li çalakiyê û got: "A rast dema min dest bi greva birçîbûnê kir bereksê dîsîplîna komî bû, lê min bawer dikir ku hûn ê min fêm bikin û jixwe tu teredut li we peyda nebû û we ez fêm kirim. Di serî de dayikên me yên kitanspî, min xebatên hevserokên me yên giştî û hemû hevalên min î partiyê, parlementer û xebatkarên şaredariyan şopand. Her kesî navê min bilêv dikir û xwedî li vê berxwedanê derdiket."    Guven, anî ziman ku piştevaniya di dema pêvajoya greva birçîbûnê de pir tesîr lê kiriye û got: "Ji heyeta ji Behra Reş bigire ji hemû eniyên Tirkiyeyê destekeke pir mezin hebû. Ji heyata Kakaiyan bigire heta hevrêyên ji Başûr, ROjava û Rojhilat hatin. Piştevaniyeke pir cuda bû. Min digot, belê wan jî dengê em bihîstiye. Ji derveyî welat heyet dihatin, belê wan jî bihîstiye. Nexwe her kesî bihîstiye û nexwe tecrîd di rojeva her kesî de ye. Di serî de jinên ku qad neterikandin û bi tevahî hemû gelê me li ber xwe da û berxwedanê em anîn radeyekê."    ‘TÊKOŞÎN BERDEWAM DIKE'    Guven, destnîşan kir ku têkoşîn didome û got: "Belê, niha derî li ser kêlekê ye. Ji niha û pêve jî girêdayî hewldana me ye. Sazî hemû ji destên wan çi hat kirin. Em hemû bi ser ketin. Tenê min gava ewil avêt. Silav bo we hemûyan. Rêya me dirêj e, lê li serê tunelê ronahiyek heye û ez wê ronahiyê dibînim. Hêvîdar im em ê di nêz de xwe bigihînin wê ronahiyê."