Li girtîgehê jiyana Hz. Muhammed ‘bi taloke û mustehcen’ hat dîtin 2017-11-22 11:10:34 MÛŞ - Li Girtîgeha Tîpa E ya Mûşê, di serdegirtina qawîşan de pirtûka “Jiyana Pêxemberê Me Hz. Mûhammed” a jiyana Hz. Mûhammed vedibêje bi hinceta “Saziya Ewlekariyê dixe talokê û nûçeyên mustehcan, nivîs, wêne û şiroveyan digre nava xwe” dest danîn ser.    Li Girtîgeha Tîpa E ya Mûşê, di lêgerîna qawîşa D-1 a girtiyên siysî de pirtûka “Jiyana Pêxemberê Me Hz. Mûhammed” ku ji aliye Murad Celalî ve hat nivîsadin û di weşanên Nûbiharê de hat weşandin a jiyana Hz. Mûhammed vedibêje, bi hinceta “Saziya Ewlekariyê dixe talokê û nûçeyên mustehcan, nivîs, wêne û şiroveyan digre nava xwe” rayedarên girtîgehê dest danîn ser.    HINCET: EWLEKARIYA SAZIYÊ DIXWE TALOKÊ Û MUSTEHCENE     Di diryara qadexe kirina pirtîkê de ev tişt cih girtin: “Pirûka ku mijara gotinê ye, naveroka wê di lêpirsînê re derbas bû û dûre ev pirtûk ji bo hikomxar Mehmet Şah Uçar hat dayîn. Li gorî Maddeya 11’emîn a Talîmata Pirtûk û Pirtûkxaneya Saziya Înfaza Cezayê ev pirtûk nehatibe qedexekirin jî, lê ji ber ku Saziyê Ewlekariya  dixe talokê û nûçeyên mustehcan, nivîs, wêne û şiroveyan digre nava xwe,  bi Biryara Lijneya Perwerdê bi tu awayî dê nede dayîn. Hûn dikarin heya 15 rojan vê biryarê îtîraz bikin.”   MA / Mujdat Can