Malbata Aydemîr têkildarî mirina keça xwe li rayedarên nexweşxaneyê gilî kirin 2019-07-10 16:34:26 STENBOL  - Sefa Aydemîr a 10 salî, dema li kolanê dilîst birîndar bûbû. Ji ber dema rakirin nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Kazim Karabegîr nehat dermankirin jiyana xwe ji dest da. Malbatê der barê rayedarên nexweşxaneyê de gilî kirin.    Li Navçeya Umraniye ya Stenbolê di 13'ê Hezîranê de zaroka 10 salî Sefa Aydemîr dema li kolanê dilîst ji piyê xwe ve birîndar bû. Aydemîr a birîndar û rakirin nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Kazim Karabegir a Umraniye nêzî 7 saetan hat rawestandin û derman nekirin û şandin mala wê. Piştî rayedarên nexweşxaneyê zaroka 10 salî Aydemîr şandin malê 2 roj şûnde Aydemîr li malê dîsa tenduristiya wê xera bû û ferişiya. Li ser vê yekê malbatê dîsa ew rakirin Nexweşxaneyê û xistin bin tedawiya giran. Aydemîr di 16'ê Hezîranê de jiyana xwe ji dest da.   Malbata Aydemîr diyar kir ku rayedarên nexweşxaneyê berpirsiyarê mirina zaroka wan e û serî li Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê dan. Malbatê piştî serlêdan kir li gel rêveberên ÎHD'ê civîna çapemeniyê li dar xist. Di civîna çapemeniyê de Dayika Sefa Aydemîr Şehrî Aydemir, diyar kir ku zaroka wan di 13'ê hezîranê de dema li kolanê dilîst birîndar bû û ket xwar. Piştre em li ambulansê geriyan û bijîşkê di ambulansê de got divê em bidirûn. Me bir nexweşxaneyê û xistin bin çavdêriyê. Ji ber kes li wir pê eleqeder nebû me di heman rojê de anî malê. Li malê agirê wê rabû û dîsa me bang li ambulansê kir û me bi ambulansê bir nexweşxaneyê. Dema me bir disa kes pê eleqeder nebû. Li ser zarok deyen kirin."    Bavê zarok Osman Aydemir jî anî ziman ku ji ber xwîn di zarok de nemabû nikarîbûn xwînê ji zenda wî û piyê wî bigirin û wiha got: "Gotin emê ultrasonê bikişînin û birin. Piştre gotin emê têxin beşa venêrtina zêde. Piştî rakirin beşa venêrtina zêde gotin dilê zarok rawestiya ye. Piştre di raporê de gotin mirina xwezayî ye."   Seroka Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê Gulseren Yolerî jî anî ziman ku teşhîsa rast nehatiye kirin. Di encamê de sedema kuştina Sefa sersari ye. Em ê şopandina wê ya edlî berdewam bikin.    Malbatê piştî li ÎHD'ê daxuyanî dan li Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê serledana sûc kir.