Çiyayên Cûdî û Mazî dişewite! 2019-07-10 16:05:33 ŞIRNEX / MÊRDÎN – Li Çiyayê Cûdî ku dikeve aliyê Silopiya û li Çiyayê Mazî yê li gundê Xursê ya Qoserê şewat derket. Welatî bi derfetên xwe mudaxeleyî şewatê dikin.    Li Çiyayê Cûdî ya dikeve herêma Bajarokê Bêspîn a girêdayî Silopiya Şirnexê agir bi pûş ket û şewat derket. Li qada Fêrga şewat her ku diçe berfireh dibe û gelek dar şewitîne. Welatiyên derdorê jî li gorî derfetên xwe mudaxeleyî şewatê dikin. Nehat zanîn şewat ji ber çi sedemê derketiye.    Komên agirkujiyê yên Şaredariya Silopiya sewqî herêma şewatê hatin kirin.   HERÊMA XURSÊ DIŞEWITE    Li çoltera Çiyayê Mazî ya li herêma gundê Xursê yê girêdayî navçeya Qosera Mêrdînê di saetên serê sibê de şewat derket. Herêma dikeve navbera gundên Îzer û Dokanê bi sedan donim erazî şewitî. Welatiyên gundan bi derfetên xwe yên kêm mudaxeleyî şewatê dikin û ragihandin ku di vemirandina agir de zehmetiyan dikişînin.    ‘PIŞTÎ OPERASYONÊ AGIR BERDAN HERÊMÊ’    Şêniyên gundan derbarê sedema şewatê de axivîn û dan zanîn ku vê sibehê piştî esker ji operasyonê vekişiyane agir bi herêmê xistine û bi mehane herêm bi maşîneyên hewa yên bêmirov tê şopandin û eskeran ji duh ve li herêmê operasyon pêk anîne.