Rojanameya binpêkirinên li Tîpa F a Kirikkaleyê nivîsî hat desteserkirin 2017-11-22 11:02:45 ENQERE - Girtiyên li Girtîgeha Tîpa F a Kirikkaleyê binpêkirinên mafan di raporekê de berhev kir. Li gorî raporê rojnameya BirGunê ya ku ew roj binpêkirinên mafan xist nûçe, hat desteserkirin û nedan girtiyan. Girtiyên li Girtîgeha Tîpa F a Kirikkaleyê dimînin binpêkirinên mafan ên di navbera mehên Tîrmeh û Cotmehê di bin raporekê de berhev kirin. Girtiyên bi navê Mustafa Kocaturk bi rêya nameyekê binpêkirinên mafan ragihand.   * Di serî de êrîşê nasnameya me dikin û 24 saetan em bi rêya kamerayan tên şopandin û ev veguheriye tacîzê. Ji bo hundurê hucreyan bê dîtin kamera di cihê hewastandinê de hatine bicihkirin.   * Di dema sewqên nexweşxaneyê de heqaret û pêkanînên ku heysiyeta mirovan rencîde dikin pêk tên û girtiyan di hucreyên rîngê de sewq dikin. Pergala hewşa hewastandinê di warê derûnî de bandoreke gelek xirab li ser girtiyan dikin û ev bandoreke xirabtir li ser girtiyên nexweş dike.   * Midurê di 11'ê Tebaxa 2017'an de îdia kir ku ew ji Enqereyê hatiye, bi gardiyanan re di saetên êvarê de bi ser hucreyan de digire. Di serî de pirtûk, kovar û alavên girtiyan bi tevahî tên desteserkirin û yên mayî belav dikin. Girtiyên nerazîbûn nîşanê vê yekê didin tên derb kirin, destên wan kelepçe dikin û dibin hucreya sungerî. Serlêdanên sûc jî bê encam dimînin.   * Roja ku girtîgeha tîpa F hatiye vekirin, meqesa ku berber dixebitand hat qedexekirin û ji du mehan vir ve dixwazin girtî bi makîneyê porê xwe jê kin.   * Her dem feliyetên wekî werzîş, atolye û kûrs tên paşve xistin.   * Girtiyên nexweşiyên kronîk her dem aciz dibin û divê derman ji bo wan bê peyda kirin û wan rakin revîrê, her çendî dermanên ku pêwîsin bixwen, bi rêya daxwaznameyê nayên temînkirn, dema dibin nexweşxaneyê dixwazin wan bi kelepçekirî tedawî û muane bikin.   * Di 20'ê Îlona 2017'an de Zeynel Karabulut û di 21'ê Îlona 2017'an de jî Cîhat Ozdemîr, der barê wan de rapora tenduristiyê hatiye amadekirin û ji ber hin pirsgirêkên din sewqî Nexweşxaneya Îhtîsasa Bilind a Kirikkaleyê kirin, lê xwestin wan di hucreya rîngê de bibin, ji ber ku maşîneyeke din xwestin ew nebirin nexweşxaneyê.   * Girtiyê bi navê Kemal Tufan ji ber nexweşiyên wî yên hepatîtê ew sewqî Nexweşxaneya Fakulteya Tibê ya Kirikkaleyê kirin, piştî xwestin wî di hucreya rîngê de bibin nexweşxaneyê, daxwaza maşîneyeke din dike û ev daxwaza wî tê redkirin.   * Di 4'ê Cotmeha 2017'an de Komeleya Helbestvan û Nivîskarên Jin ji Resul Kocaturk re pirtûk şandin, pirtûk nedan Kocaturk.   * Rojnameya BirGunê ji ber du di 6'ê Tebaxa 2017'an de binpêkirinên mafan en li Girtîgeha Tîpa F a Kirikkaleyê xistibû nûçe, rojname hat qedexekirin û nedan girtîgehê.   * Di 8'ê Cotmeha 2017'an de Selçuk Çelîk ji Mehdî Boz re name şandibû, saziya dîsîplînê bi îdiaya ewlehiya saziyê dixe xetereyê name hat sansurkirin.   * Zeynel Karabulut nameya ku ji Tahîr Tirpan re şand, di 6'ê Tîrmeha 2017'an de hat desteserkirin.   * Di 11'ê Tebaxa 2017'an de gardiyanên li Enqereyê hatin, di koxûşan de lêgerîn pêk anîn û îşkence li hin girtiyan kirin, her çendî Mustafa Koçaturk û Resul Kocaturk daxwaznameyên nivîskî û bi gotinî xwestin jî nedan wan.    * Selçuk Çelîk di 1'ê Tebaxa 2017'an de ji Wezareta Edaletê, di 21'ê Tebaxa 2017'an de ji Serdozgerê Komarê re daxwazname şand, lê îdareya girtîgehê ev daxwazname neşandin.