Jin ji bo Şûle Çet lihev kom bûn: Heya edalet pêk were, em ê têbikoşin 2019-07-10 13:04:18 ENQERE - Jin, berî 3’yemîn danişana doza Şûlê Çet, li ber Edliya Enqerê kom bûn û gotin: “Heya edaleta rast pêk were, emê têkoşîna  xwe bedewam bikin.”   3’yemîn danişîna bersûc Berk Akand û Çagatay Aksû yên di doza Şûle Çet a li Enqerê ji kata 20 a Plaza Yelken ket xwarê, rastî êrîşa zayendî hatibû û bi awayekê bi guman jiyana xwe ji dest bû, li 31’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqerê hat destpêkir.    Tora Parastina Jinê, Meclîsên Jinan, Komîsyona Edaletê ya ji bo Şûle Çet û gelek rêxistinên jinan ên demokratîk berî danişînê li ber Edliya Enqerê kom bûn û daxuyanî dan. Parlementera HDP’ê ya Stenbolê Zuleyha Gulum, Parlementera Şirnexê Nûran Îmîr û Parlementerê CHP’ê Sezgîn Tanrikûlû jî beşdarî daxuyaniyê bûn. Jinan di daxuyaniyê de pankartên “Ne edaleta zilam, edaleta rast” û “Ji bo Şûlê edalet, ji bo jinan edalet” vekirin.    ‘EDALETA RAST DÊ BI TÊKOŞÎNA JINAN PÊŞ BIKEVE’   Li ser navê Platforma Jinan a Enqerê Aysûn Gençtanir daxuyanî da û wiha axivî: “Edaleta zilam a dadger bi daxistina rewşa baş dozê dewam dike. Têkoşîna jinê ya di korîdorên edliyê de, bû sedem ku jin mafên xwe qezenc bikin. Emê tim xwedî mafên xwe derkevin. Em destûr nedin ku qatil û tecawîzkar di kolanên Enqerê de, dest û milên xwe bihejînin û bi gerin.”    Endama Jinan a Malagel Nebiye Mertturk jî, diyar kir ku doza Şûlê Çet, doza hemû jinên li Tirkiyeyê dijîne û got: “Tu rastiya edaletê nema ye.”   ‘TÊKOŞÎNA EM WÊ DEWAM BIKE’   Parlementera HDP’ê ya Stenbolê Zuleyha Gulum jî, bal kişand ser hişmendiya edaleta zilam û wiha axivî: “Ger edaleta zilam neyê guhertin, emê bi xwe edaleta xwe bikin. Heya ku di doza Şûle Çet de, edaleta rast pêş bikeve , emê li vê derê rawestin. Em baş dizanin, dema jinek tê kuştin û rastî tecawîzê tê, hemû jin bi heman gefê re rû bi rû ne. Bi kuştina hinek ji me, vê yekê ferzî me dikin. Lê emê tu carî destûrê nedin bê yekê û emê têkoşîna xwe dewam bikin.”   Seroka Baskên Jinan a CHP’ê Fatma Kose jî, da zanîn ku Ger têkoşîna rêxistinbûyî ya jinan dewam bike, teqez dê cînayetên jinan bi dawî bibin. Kose, da zanîn ku ew hêvî dikin ku têkoşîna wan a yekgirtî tim dewam bike.   Piştî daxuyaniyê, jin ji bo şopandina danişînê derbasî salona dadgehê bûn.